name

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  783 views
dwênê şewê...
hewrêkî teř
pirçî sewzî řawşand û
be gwêy deşta
mujdey şînke û gułî çirpand.
her lew kata
bałindeyekî sipî hat
serî kirde jûrekema û
xoy datekand
bonî befir û çyay pê bû!
kwêstanêkî piř lexwên û
piř le bên û piř le zam û piř le ewîn
be şeqamî diłma pirjand!
ew bałinde namey to bû...
kwêstan lenaw nameketa
amêzî bo řadegirtim
destî tasey řadekêşam!
bo serçawkey ’eşqî caranî ebirdim!
dwênê şewê...
hewrêkî şêt
piř le birûske û bêqerarî
lem asmane namoyewe
berew kwêstan serî hełgirt
çî tase bû lenêw diłma
hemûy kirde kołebar û
legeł xoy bird.