xoşewîstî

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 2 minutes  1291 views
xoşewîstî min!
çon berayî da,
çawekanit wa bibînê min be tenyayî.
xo diłî min kotrî bin gwêswaney çawekey to bû!
net’ezanî min bebê to
řoḧî nesrewtim
wek gułî nêw şorekatî werzî bê baran
ziř dejakê, sîs debê, demrê!
sed mixabin min ewîndarî hejar û to le xobayî...
êste sergerdan...
wa depêwim kwêreřêy sextî jyanî tûş
twêşe xałî, des betał û qałbêkî bê dił û hestim!
îtir em taławe badeş, oqre nabexşê.
min tejî derdim
nuqmî haławî xeyałim
şa’îrêkî şewgeřî mestim
řenge nemnasîtewe em care bimbînî!
befrî werzî xem
dołî diłmî kirduwe cêgey řinûy matem
win buwe sîmay zemanî lawetîm, tenya
tapoyek mawe...
tapoyekî nêw mijêkî xołemêşîy xem!
řenge çarenûsî min wa bê
wek çilon tenya le dayk bûm
her be tenyaş řabwêrim jîn
taze axir her be tenyayî
ser binême baweşî merg û
bayequş le kawlaşî nêw dilî xomda
bom bixiwênê sûretî yasîn
xoşewîstim! katê min mirdim
qet mepirse çon bebê to jînim têpeř kird
jîn nebû, her sate mergê bû
qet hewałî şwênî merg û gořekem le kes mepirse, bes
min bełênim birde ser, peymanekem neşkand
katî mergîş dwa henasem her be yadî towe hełkêşa
dwa wişem her nawî to, her nawî to, her nawekey to bû!