çaweřê

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 3 minutes  530 views
xoşewîstim lemêj sałe çaweřêtim
gwê le zengî derga degirim
çawî hîwa beser hatûçûnî katejmêr dadegirim
diłî teng delawênmewe
hemû řojê małe jîkełanekem deřazênmewe
dełêm lepiř mîwanim dê
xunçey awatim depşikiwê û dwayî xemî jyanim dê
her ke dengêk le derkî dê
le ḧewşe biçkolanekem hestî pê dê
diłî tengim xurpey lê dê
daxwa kê dê?
pişûm naye, hest řadegirim
çeng û didan be cergî kunkun dadegirim
katê debînim eto nî lexo deçim
dełêy bo maweyek demirim
ewcar be êş û janewe
be çawî piř le giryanewe
leser xak û xołî zewî detlêmewe
wekû zamar dekulêmewe
axir bełên awa nebû eto nûsîbût dêmewe
 
azîzekem
çen newroze gezîzekan
bûke kêwîlke diłişkawe zîzekan
hewałî tom lê depirsin
katêk dełêm bê hewałim
řeng û řûyan debzirkê
wa dyare le bê hewałît detirsin
azîzekem ew řojey ke bo axrîn mał’awayî destit damê çit pê gutim?
netgut: deçim le şořekat towî gułałe deçênim
netgut deçim le pişt aso şepolî nûr deteqênim
netgut: katê geřamewe le mełbendî sewzî behar
dest degêřim de lalezar, be yadgar koşêk gezîzet bo dênim
boçî xot xiste gerdawê
min ewanem hîçyan nawê
her pêm biłê çit lê hatuwe, bo nayewe
bo legeł befran twayewe
azîzekem hemû sałê katêk behar dêtewe
cwanîy siruşt dejêtewe
le çyakan guł û gya şîn debêtewe
řûbarekan lêm depirsin? xembareke ewî win bû netdîtewe
erê nałên key dêtewe?
ger dełêm na, řûbarî řûn wek hetawî êware řengî depeřê
wek firmêskî xwênawî sûr hełdegeřê
le dwayîda be zemzemey du’ay bexêr becêm dêłê û ser lenwê dekewête řê
lew behare temawîye
bew dîmene xemawîye
diłî dar û berdî çya řadepeřê
bełam dunya be tewawî xembar nîye
meynet çîye
î wa heye be ahengî giryanî gel hełdepeřê
 
xoşewîstim
le şewanî payîzda gelêk caran detbînim û dêye xewm
carêk be diłî xemînewe
katêk be pêkenînewe
le min waye le kejawey sewzim nawî, swarî şepolanim kirdûy detbemewe
mindałekanî geřekê
be cilî řengawřengewe
guł û řîḧan be çingewe
be qirîwe û çepłeřêzan
le pêştida dên û deçin
bot dexwênin şî’ir û hozan
guł û sewzet pêda deken,
kuř û kiçanî hawsêman
çawbeklan zêřlemlan, kemerşilan
le kûçeda, le ḧewşeda
be desrey řeş le pêştida
bê goranî û bê mosîqa, sema deken
 
xoşewîstim
gelêk caran, lêkdanewey xewnekanim le pîrî zana depirsim
le akamî xewnekanî xom detirsim
be zyaretî dîdarit şadim kerewe
xem û xefetekanim lebîr berewe
dwayîn tika û awatî min le pêş mergimda eweye
zû werewe, zû werewe