agir

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  496 views
be řêbwarî be dawênî çyayekda deřoyştim
leser řêm agirî şwanêk becê mabû lepałî tawê danîştim
le bîrimda, le xom pirsî, erê agir çilon û key ledayk bû?
yekem car kê hełîgirsand û nêwî na, çilon řojgarî hat û çû?
legeł bîr û xeyałan, le pena agir wenewzim da
le min wabû ke poluwe agirêk hesta û wiłamî da
ke agir bû, ne araratî toy kurd û ne tûrî we’degay mûsa
ne sîrwan û ne jîlwan û ne qendîlî temawî mame koyan tîşkî xoryan pê neçêjrabû
ke agir bû, ne zagros û ne arbaba
řinûyan pê nekuşrabû, şemałyan pê nenasrabû
agir gutî: minałîy xom webîr naye
bełam zor çak webîrim dê gelêkim xo be berzî dî, gelêkim xo be nizmî dî
zemanêkî deba çûbame koşkî berzî nemrûdPerson germî dahênim
zemanêk emirim pê dekira xelîlułłaPerson bisûtênim
zemanêkî hemû secdey debird bo min benî adem
zemanêkîş debû textî zeḧḧak agir dem û xołî bedem ba dem
ewa emřoş, ya lenêw awirgî şwanim
ya le tendûrî kabanim
ya leser lûley topan û le meydanim
ya be fiřokey asmanim
ya le diłî ’aşiqî lawî gwêy banim
ya le hestî germuguřî şa’îranim
agir gutî: min agirim xawen hestan
xwa minî kird be çekêk û damî be destî jêrdestan
emey gut û şemał hat agirî bird
lenêw gundêkî hawîşt û gewremałêk agirî girt
min řapeřîm, be xofewe lepałî çyada peřîm
be xom degut: em care agir hełey kird
mał û ḧałî hejarêkî amancî ew dûkełey kird
legeł şemał dengêk hat û gutî: na na
dûr biřwane, ew sûtmane le embarî genmî xane
em agire, cwabî le xwa netirsîye
ew şemałeş ahî mindałî birsîye
le dwayîda her ew denge be gwêmî gut:
ey şa’îre qełem cwane diłteřeke
to ke mestî şî’rî şewêy
to ke xełk řêzit degirin, xoşyan dewêy
pêyan biłê le ḧeq û naḧeq bipirsin
pêyan biłê, le ahî diłişkawan û le girfey agir bitirsin