mîwanî asmanî

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  672 views
çen xoşe ger le behar û nîweşewê
mîwanêkî pê çikoley hengaw berzî asmanî
be gurzêkî çya lerzîn tequlbabî zewî deka û îznî hatne jûrî dewê
ew mîwaney be laqe çikolekanî pê le berz û newî denê
le tirupkî berzî çya heta guł û heta geła, heta gya, heta zemendî bendenî
jyanî nwê ’eta deka le her cêyek pê dadenê
ew mîwaney be destêkî gułegenme û be destêkî řuḧî kanî
 
dengî ayetî fer’anî
koşî piře le çeqere û sewzełanî
ew mîwaney eger neye, ne bax geşe û ne baxewan
ne estêr û ne awdêr û ne bendewan
ew mîwaney eger neye
çom bê xuře û meř bê şîrin
coge le quřgî wişkin û gya le çaxî cwanî pîrin
ew mîwaney eger neye û eger neřêjê beserman
beheştî şîn hemû desûtê le german
mangeşew nada le xerman
leser çałe genmî birsî
cûtyarekan seryan hełnaye le şerman
kendiwe hemû kelawen û toz û xołî aşekanîşman be serman
ew mîwaney eger neye awirdû dar û dewenin
dêwî lexobayî çya be şewîlkey zil û lîkawî řûbaran pê dekenin
ew mîwaney eger neye kaban şîr le menceł naken
mindałekan birêşke le baxeł naken
bêrî bo meřdoşîn qołî piř le bazin hełnamałê
berî beyan nenkim be meşkey hełnałê
hemû dełên ger xway nekirde hewrekanman biřewn
werdênekanîş dexewn
naye bonî nanî germ, tendûr hemû beřojun û qawit û sawar û danûle hemû lêman debne xewn
ger ew neye, ne behar heye ne şînî
leser girdîley ber małan pole mindałî awayî be babołewe nabînî
bełê yaran
mîwanî payîz û beharan
katê ke dê
piř be gerûy hewran dełê
her biçênin, her biçênin
tendûran damemirkênin
hîway nadyarîş heye kendiwekanû meřuxênin
êmeş dełêyn
baran were, şwan û meř û berx mêrgołeyan dewê
mîwan were řozî bêne
mindał babołeyan dewê