mergî awat

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 2 minutes  652 views
le kurdistan
lew mełbende
çiř û zenwêr û zemende
ke hezar dił be bistêk xakewe bende
awat û şengebêrî dû ewîndarî derûnpak bûn
le xwa nebê le herçî ’ebde bêbak bûn
awat şwanî awayî bû
ger goçaneke û şimşałekey pê neba şayanî padşayî bû
şengebêrî kîjołeyek bû taqane û sengîn û pak
le cwanîda tabłoyekî xudayî bû maweyek bû wek nîçîrêk cêy tema’î kuřî xanî awayî bû
dû ewîndar, êwareyek
bo ewey ke bigen be yek
destyan girt û
serî şêwawyan hełgirt û
bê fiřufêł
řûyan kirde çarenûsêkî lêł û wêł
zor pê neçû
bekire şofar be xoy û be hewałewe bo lay xanî awayî çû
hemû dîtyan bore swarêk wek birûske le dê derçû
 
dway maweyek
xirmey çek û neřřey kuř û qîjey kiç û ḧîley esp û nałey zamar
têkeł bûn û çîrokêkyan nûsî leser taşey kosar
kuř û kiçanî awayî
bo xwêndinewey ew çîroke
be hawarî dû diłewe řoyştin be aspayî bełam kesyan nedozîyewe
 
dû ewîndar
be şahîdî kone şimşał
têkeł bûn legeł sêber û xewn û sehwîl û tarmayî
ewa emřo
sałewextî ew xemeye
daykî kuřan hemû dełên:
oxey awat
daykî kiçan dełên:
oxey şengebêrî
qamîşełên hemû buwe be şimşał û legeł yekem pişûy şemał
sanfonyay hezar şimşał
lew deşteda
zułmî xan û bextî kiçołe û mergî awat lê deda
 
minî şa’îrî diłişkaw lew katewe
her ke řû dekeme çya
tûrey şimşałî awat û dengî qaqay şengebêrî le gwêma deng dedatewe
be baweřî xełkî wiłat
řuḧî şengebêrî û awat
des le gerdin, seyran deken
leser asmanî awayî
leser kanî
le dem řûbar
le cêy hewar
le řêy xêłat