kurd û azerbaycanî

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  1767 views
têpeřî eyyamî dîlî êste hengamî jyane
xoy mełas da mameřêwî nobetî şêrî jyane
herçî pêt dekirê bike ey dujminî xwêřî û bizane
bawî lawî kurd û tafî gencî azerbaycane
xoy le xwênawda debînê her kesêk dujmin bewane
ba le quř nîşê û le heş nê dujminî wan pîl û şanî
çunke ewřo yektirî girt kurd û azerbaycanî
ewkî îstî’maryan girt wek bełakey nagehanî
taze berbûnî meḧałe ta neda yekcarî gyanî
suḧbetî pê nakirê pencey behêzî ew dwane
ew kesey çendêk lewey pêş lêy deda lafî xudayî
neydehêşt ême hemanbê qet legeł yektir birayî
kwanê lekwêye bibînê polî pêşmerge û fîdayî?
tê biga nay bê ledest ew nocwanane řehayî
ew kuřî simkoy dilêre, ew newey settarxane
lawî azay kurdewarî nêre şêrî katî cenge
gencî azerbaycanî wek piłengî tîj çenge
têgeyştin nokerî bêgane bo wan ’ar û nenge
penceyan êsta leser şîre, leser maşey tifenge
her be’astem bête řû bêgane dekirête nîşane
koşkî zordarî cimîwe, her nemawe zułim û bêdad
wek beheşt xemłîwe xakî pakî kurdistanî azad
mułkî azerbaycanîş botewe me’mûr û abad
dujminî bêgane bitbînim hemîşe pest û naşad
çon bibûye ba’îsî wêranî em dû xake cwane
kurd û azerbaycanî herdû dawayan řewaye
her bijîn û payedarbê yekyetî em dû biraye
mîlletî ême humêdî zor bekarî pêşewaye
ew kuře aza û neberd û merde bo mîllet qełaye
dek bimênê ta ebed ew kurde zana û qaremane