bilwêrî şwan

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  3682 views
nîweşewe, dinya xamoş
dête gwêm ahengêkî xoş
ahengêkî gyan perwere
şadî hêne, xefet bere
ahengêkî diłnewaze
tare? yołone? ya saze?
na... na... ahengî bilwêre
ca were gwêy bo řadêre
hezar xozgem bexot şwane
ke bew mangeşewe cwane
danîştûy le řijd û hełdêr
pence debzêwî le bilwêr
degeł tebî’et hawdemî
şadî, bekeyfî, bê xemî
aẍaş benoker nagrî
wek min le daxa namrî
were şwane hemû şewê
nîweşewê, katî xewê
lew kêw û nwałe zenwêre
tê tûřêne lew bilwêre
leser tiropkî ew kêwe
pence le bilwêr bibzêwe
ba kêweke deng datewe
şa’îrîş xew bîbatewe