pêkenînî guł

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  2662 views
katî kazîwe pêş gizing bulbul
le şeqey bałî da heta kin guł
gutî ey nazenînî ’îşwefroş
kem keme dyare bê wefayî toş
bo şineba heyetî lêre řê?
bo pepûle bedewreta degeřê?
çepkî to baẍewan deken desgêř
le xeyaban û kûçe û bajêř
detfiroşin beqîmetî herzan
detdene destî nakes û herzan
boye sûk û çirûkî naw çemenî
lewetî bûy hemîşe pê dekenî
hełgeřawe benaz û guł pêy gut
şêt û şûrî ke şirit û şomit şut
wekû to aşqe pepûley zar
bo bexořayî ew bidem azar
şineba řê nedem ke bo lay xom
kê deba bo hemû wiłatê bom?
guł lekin kes nîye ’ezîzim sûk
serî zawaye cêy û baweşî bûk
min ke nagate hefteyek temenim
bo çî bigrîm û bo çî pê nekenim