řojgarî řeş

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 4 minutes  2504 views
ew sał cêjneman tałe
dujminî załim załe
law cêyan syaçałe
destî doyan betałe
***
gałtewgep û pêkenîn
şewdawet û hełpeřîn
cêgay xoyan da be şîn
dîsan xemyan dabeşîn
***
polî cwan û neşmîlan
destey desmał tenzîlan
ew sał naçin bo dîlan
nenge dîlan bo dîlan
***
biřa nanî serxiwanan
gira lawî gwêswanan
kał bowe pencey cwanan
kwanê gemey cê jwanan?
***
wepaş kewt xebatman
dagîrawe wiłatman
têpeřî řojî hatman
řûxa koşkî awatman
***
nehatî û tenganeye
baw bawî bêganeye
xezrî ew yekaneye
lêman le behaneye
***
bûynewe dîl û yexsîr
wiłatman kira dagîr
řawker bûnewe nêçîr
yûsif xirane naw bîr
***
ḧikûmet nîzamîye
tozêk azadî nîye
amancî dujmin çîye?
qiřkirdinî xełkîye
***
ke şew dahat dîjbanî
lêman deçte serbanî
tifengî leser şanî
bote řostemî sanî
***
dełê fermûy fermander
le şamewe ta seḧer
her kes le mał hateder
kilkiş bikin pisirPersian
***
daxra derkî řojname
şikawin nûkî xame
kurdî nûsîn ḧerame
dujmin dełê bêtame
***
diřan kaẍez û defter
gîran şa’îr û nûser
komełêk bûn derbeder
komełêkîş desbeser
***
xwêndin be zimanî xoman
sûç û tawane boman
çapxane û biłîndigoman
bûne berdî bin goman
***
lelayek qat û qiře
lelayek kuşt û biře
hemû kes ḧałî şiře
dujmin nan û do biře
***
ajan wekû segî har
dexulênewe le naw şar
dirozin û řyakar
diz û cerde û bedkirdar
***
bertîl xor û gurgemêş
wek segî ser xołemêş
çene sûk û dem lepêş
befîşał û kêşekêş
***
emnye wek dał û qel
biław bûnewe naw gel
kê azaye biłê lel!
heta bîken şêt û şel
***
bo xoyan pê řadegen
xełkî le kuneřeş deken
ta pişûy dê lêy deden
beqemçî wek xerezen
***
le pyawî aza û serkeş
le zeḧmetkêşî bêbeş
axnirawe kuneřeş
nabînî kesê řûgeş
***
destyan kird be řeşbigîr
naparêzin cwan û pîr
dê ziřey kot û zincîr
her lêman desûn şimşîr
***
pyawî mazad û małyat
desûřênewe dêhat
destênin deẍił û dahat
le kirma! we aẍawat
***
aẍa zanî ew care
ew qende jehrî mare
pêşbînî kak hejare
êsta şeq bexerware
***
qendî bezarî tałe
deda bacî pênc sałe
çaw lê poşîn meḧałe
kar êsta begopałe
***
noşî gyanî bê hey goř
gêjî, gewcî, lexogoř
ba her serî bika şoř
bo dujminî miç û moř
***
beqend û şekir û kûtał
bo êmey dêna řamał
êsta kewtuwe wek sîpał
le gişt la deyden řepał
***
swaryan kirdin pyade
camyan kirdin bê bade
daryan kirdin amade
şehîd kiran «begzade»
***
le seqiz û le bokan
şîn û şepoře û giryan
têkoşer le dar diran
qareman lenaw biran
***
le çwarçiray mehabad
le kangay bîrî azad
destî řeşî îstîbdad
çeqandî darî bêdad
***
le katî nîweşewa
le cengey şîrin xewa
kira karî nařewa
le dar dira pêşewa
***
řołey wefadarî kurd
pêşeway aram û wird
bo kurd jya, bo kurd mird
gyanî fîday gelî kird
***
zana bû, kurdiperwer bû
pêşewa bû, řaber bû
her kurd nebû beşer bû
xemî xełkî leber bû
***
boye dêwî îstî’mar
koneperistî zordar
załim, xwênřêj, bedkirdar
boyan amade kird dar
***
řołey kurdî bilîmet
netirsa le dar û pet
piştî nekird le mîllet
wa debê zîpik û hîmmet
***
bełam kurde nabezî
bew zebrane natezî
le řiqan lêw degezî
ke swar bû danabezî
***
daxdare, xwênî dîwe
bêdare, xoy nasîwe
le dujmin řapeřîwe
baskî lê hełmałîwe
***
bekar û tund û tołe
xoy saz deka bo tołe
wird deka wek piřpołe
tac û textî ew zołe
***
kuř û kiç û pyaw û jin
êsta lêwan dekirojin
deřostyan naye dujmin
dey encinin, deykujin