ey taqetî hêz û dił
From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
1 minutes
430 views
ey hemdemî dêrînim, ey diłberî şirînim
ey taqegułî jînim, bo jînim û bo dînim
ey to guł û min bulbul, ey taqet û hêzî dił
pîşem çîye girye û kuł, her katê ke netbînim
ey guł, gułî gułzarî, lew mezre’ey diłdarî
wey kasîdî bazařî řom û ḧełeb û çînim
ew şox û dił’awîze, nafey gułî payîze
ew yarî diłengîze, bo şadîy û bo şînim
dił mat û birîndare, lew ’aleme bêzare
pabendî gułî naze, meyşarewe bîbînim
to û aynî xawênit, destî min û dawênit
ew penceyî şahênit, řengîn meke be xwênim
řuḧ ḧazrî ber pête, ḧeqqulqedemî řête
ten doşekî ser cête, dił ’aciz û ẍemgînim
řuḧ mawe bebê laşe, ser gêje wekû aşe
ta toy hebê dił başe, ey newgułî nexşînim
«zûdîPerson» çi herasane, her leḧze le giryane
wek «fatîḧîPen name» ḧeyrane, bo gułřuxî dêrînim