şengebêrî

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  232 views
çawekem ey şengebêrî «moze řên»
nazenîn, bała sinewber, çaw şehên
hełgire şîrmeşk û sitłe, zû ke zû
şwane dił sûtawekanit çaweřên
heste bo nêw meř, were ba derdî dił
çî dî lêkî win nekeyn, pêkî biłêyn
berdebêr cêgey miradî êmeye û,
şahîdin ew bê leser we’d û bełên
dest le nêw destim binê ba pêkewe
lew çyaye meř berîne ser şewên