supasnameye bo kak «ḧeme poła»
çunke kerêkî bo nardim bo tûtin hênanewe
From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
3 minutes
400 views
dyarît bû be ker ḧeme
kurtan û řeşmey keme
debê wanîş binêrî
çon xoyan lê debwêrî?
herçend kereke şele
her başe bo celcele
êstire, pê nałêm ker
çak le kił hatote der
nał kirawe dû destî
le xwardin řanawestî
zeřey xoşe wek keran
bê berge bo henderan
debê boy bikřî kurtan
tenge û pałûy tund û cwan
řojê çwar cêy pê dekeyn
hemû xizmetî dekeyn
kwê diřk û dałî lêye
kereboz wa lewêye
dyarîyeket natewawe
kwa çît legeł hênawe?
kerî wa pîr û cidew
sed dinyar çatre lew
deynêrmewe bo serit
bêfeř bû ḧeme kerit
ḧaşa lew xêr û bêre
qet şitî wa menêre
ḧeme gyan xo lewlawe
beḧir hêrşî hênawe
daygirt deştî sengeser
«xiřecwe» şî daye ber
«çomesûtaw», «komełe»
beḧir girtî bê pełe
«mîne»û «qaley mam sałe»
pêyan xoş nîye ew ḧałe
geyye deştî «mam weysî»
beḧir le kê detirsî?
kencařeşî daye pêş
bê tirs û xof û endêş
bo «kersone» û «sindołan»
hełdeçnê xiř û dołan
temate û bamye û xeyar
deluce û şûtî û bîbar
zorim çandibûn lewan
şîn deçun ḧenîke û cwan
bełam ger wa bika beḧir
pêman tał deka şekir
be wiştiryan gut: kwa xet
gutî: pîşem nebwe qet
ca min û tûtnewanî
boye çakî nehanî
bew mangî řemezane
ke xoy mangî řojwane
leber ew beḧir û awe
řojûn lebîr nemawe
tutnewan çeşnî fisos
sûtandyan berî asos
deştî ber małî derbend
lemêje dûy bewîş kend
ger awaşman lêgeřê
başe, aşman degeřê
zor řeş û řûtî wek min
bor û lawaz û wirgin
hatin bo tûtnewanî
bextî wanîş neyhanî
çend mela û ḧacî û seyd
hatbûn xoyan kird qeyd
heta beḧir away kird
le tiřê xas û ’amî bird
şitłîş hemû sûtawin
kes beşî xoy nemawin
«merge» û «bîtwên» û «pişder»
bê şitił mawin yekser
wek sałî giranî waye
şitłîş le kiřîn naye
ew şitłî wa zor û cwan
lařeşe teřkî lêdan
tûtnewanî quřbeser
destî le kiras hêna der
kencaře kangay tûtin
tûtnewan lêy la lûtin
xwaye toy karsazî kar
nemangatê derdî par
wek par nenkey małwêran
nemanxeyte hełdêran
muḧtac nebîn be piştaw
«kełe» û gezo û kemîy aw
xwaye! her xot ẍefûrî
to le gunahan debûrî
lêman xoş bî be řeḧmet
kurtan û ker be le’net
xwaye! kak ḧeme poła
pitewtirkey le poła
qet nebînê řojî sard
çûn ew kerey bo min nard
legeł beḧrî ew care
debê çon bê kencaře
min wam bo hatote pêş
hembê hezar ser gamêş
her ke hełkat řeşeba
gamêşî wa zil deba
wa ecelit geyye ser
deba bes bê basî ker