giftugoy ’eqił û pare

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 3 minutes  257 views
řojê ’eqił û pûł kewtine giftugo
pûł gutî emin çaktirim le to
çunke le dinya pyawî xawen pûł
qisey řewaye û qet naka nizul
’aqłî feqîr hîç kes naynasî
hîç kes napirsê le qise û basî
feqîrî zanay bê pûł û pare
lenêw xełkida her şermezare
fermûdey řesuł: feqîr řûřeşe
le dinya û qyamet herdû bêbeşe
asûde nîye û her tałe ḧałî
çun řeş û řûtin mał û minałî
pêxef şik naba ta bexoy dada
ḧesîrî nîye lejêr xoy řaxa
têr nabê zigî qet le nan û do
beşî her swałe bebê giftugo
ne koşkî heye, ne qesir û telar
ne hîç kes deka be ew î’tîbar
lîbasî tazey dewarî şiře
lêfe û doşekî her berd û quře
bełam xawenî pare û pûł û mał
her serbiłinde, dûr le qałeqał
xawenî koşk û qesir û telare
gamêş û bizin her be hezare
řoj nîye sed kes nexon nanî ew
yan pare neda be em û be ew
řoj û şew karî bexşînî małe
sał dwanzey mange her ewey ḧałe
ger małî dinya řû kate geda
geda namênê deykate paşa
’eqił hîç nîye bê pûł û pare
feqîr wek şêr bê ’eqłî xesare
kwa sifre û xwanî ’eqłî bê çare
sifrey ew xeme û derd û pejare
kwa «birq», maşên mekîne bo cût?
kwanê lezzet û xoşîy pyawî řût
ey hetakû key be xot denazî
ke daym muḧtac nan û pîwazî
wełamî ’eqił:
’eqił hate cwab, witî be pare
pyawî bê ’eqił řenc bexesare
meger nazanî ke małî dinya
xuda be pyawî řezîlî deda
’eqił lebo pyaw dewłet û małe
mał be xawen mał, daray kemałe
dinya bo pyawî nezan beheşte
wek ḧeywan bo ew seyran û geşte
’eqił be pare hîç karî nîye
małî bê ’eqił her şeytanîye
teyare û top û tifeng û keştî
napałim û tang û esbabî geştî
danerî hemuwan ’eqłî tewawe
nezan wekû ker barî lê nirawe
parey bê ’eqił wek jehrî mare
le naw komełda nezan her dyare
’eqił serçawey ’îlim û hunere
hełbijêrdirawî xuday ekbere
’eqił xełatî xwaye bo beşer
’elîPerson be ’eqił fetḧî kird xeyber
řazîPerson û ẍezalîPerson û se’dîPerson û ḧafîzPerson
bumuqlePerson û selmanPerson, fîrdewsîPerson, caḧîzPerson
bew ’eqłey xuda ke dabûy bewan
řêgey çakeyan girtiwe û pêşewan
be řastî biram małî dinyaye
wek ’eqił nabê heta hetaye
ger qezawet keyn le beynî ewan
’eqił çaktire bê şik û guman
çunke be ’eqił pyaw xwa denasê
bê ’eqił be mał sikî demasê
małî dinyaye mayey tuẍyane
ẍeřřeye be mał her kes nezane
xwaye bo xatrî hemû îns û can
bê beşman nekey le ’eqił û ’îrfan
«fatîḧîPen name» hejar nekey řenceřo
’eqił û kemałî hebê beşî xo