hetawî îqbał

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  1635 views
řoyî xem hatewe hengamî sirûr
cêjneye bezme zemawende sûr
tîşkî zêřînî hetawî îqbał
le kulawkey gelî kurd hatewe jûr
kwanê? lekwêye? bibînê bezmim
bidřê dujminî xwêřî meẍrûr
serbexo bûyn û lejêr barî xem
hate der mîlletî azad û cesûr
hełkirawe le wiłatî ême
perçemî berzî sipî û sewz û sûr
xumî şêwawe, perêşane, kize
dujminî qîn lezgî řiq estûr
kuřî kurd ḧazre bexwênî xoy
le hemû lawe biparêzê sinûr
kiçekey ḧazre fîşekdanî
le milîdabê lebatî bermûr
taze nawêrê bexakî kurda
netewî ême bika çîdî ’ibûr
her berz bêtewe ałay kurdî
nîştimanî bibê xoş û me’mûr
bo fîdakarî le řêy mîlletda
her bijî «qazî» ře’îsî cemhûr