řeşeme
From the Book:
            Tarîk û Řûn
        By:
                Hemin Mukriyani (1921-1986)
        
             1 minutes
             3440 views
        
        
    dek bexêrbêy qedemit xêre çi xoşî řeşeme
takû to hatî nema û têpeřî řojî řeşî me
îsteke kurde hemû bê hem û bê derd û xeme
şade, azade, deka gałtewgep, keyf û geme
nîştimanî hemû řazayewe, baxî îreme
şîn û řořo bû beşî kurd û serî nabû le heş
çun le azadî biřêk neybû ewîş behre û beş
kurdewarî hemû dagirtibû hewr û temî řeş
nedebînra le çi la tîşkî gelawêjî geş
beşnebayekî řeḧmet řewî ew hewr û teme
hate meydanê kuřî kurdî wekû fîlî deman
hewłî azadî deda ew behemû wext û deman
dujminî kurdî ewey dît û tirûskayî neman
deşekênêtewe ba êsteke ałayekeman
ser û mał û kes û karim befîday ew ’eleme
lawî kurdî le hemû lawe wekû şêrî jyan
dête meydan û dełê: min demewê mafî jyan
taze hełnaxełetê ew, beqsey nerim û nyan
dujminî mîlletî kurdî hemû tûřen ke dîyan
ew beserbestî dejî, dujminî zor û siteme