řojî xoşî

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  2201 views
řojî cêjin û xoşîye têpeř bû řojî derd û xem
hat şiney řeḧmet becarêk řay řifand û birdî tem
dê le her layêkî qaqay pêkenînî kîj û kuř
dê le her sûçêkî neẍmey saz û tar û zîl û bem
gerçî zistane befir daypoşî ewřo gişt wiłat
xakî pakî ême xemłîwe wekû baxî îrem
cêjnî îstîqlalî kurdistane, řojî şadîye
cêjne pîroze le lawî hawwiłatî xom dekem
nocwanan! dey bequrbantan debim karê biken
bo tereqqî kurd û bo parastinî xak û ’elem
bo necatî nîştimanî xoşewîst karê biken
zû derî bênin le çengî dujmin û destî sitem
her kesê bo lay sinûrî nîştimanî êwe bê
bîkujin, wirdî biken, bînêrne mułkî ’edem
lawekan! diłpakekan! çałakekan! pêşmergekan!
êwe şîrî lê bisûn û ême piřdeyne qełem
her beyekgirtin le dest bêgane dênîne derê
xakî pakî kurdewarî, nayełîn bo kes elem
cêjne pîroze dekem lêt û dełêm xoş bî, bijî
ey ře’îs cemhûrî kurd û pyawî zana û muḧterem
tom bexwa espard û espardim be to ey «pêşewa»
mîlletî diłpak û çak û nîştimane cwanekem