nîwemirdû řuḧ leser lêw

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 2 minutes  379 views
dił le xemda dafetawe, yar le min nefrîn deka
řuḧ, le ḧesret şehdî lêwî, şîwen û nałîn deka
řûmetim zerde wekû bey, qametim xwar û çemaw
çaw deřêjê le’il û mercan, bo gułî xoy şîn deka
boye wek ferhadPerson le kêwî bêstûn ẍeřqî xemim
şîrinPersonm le xwa netirse, řawî gyan û dîn deka
dest û pencey sûre yarim, xwênî diłmî pêweye
ew gułe bê řeḧim û dîne, des be dił řengîn deka
qirçe qirçî ahî sîne û, dûkeł û bosoy derûn
eşkî germ û swêr û sûrim, ’alemê ẍemgîn deka
şew nîye ta berbeyanî des le şîwen hełgirim
çûn be ’ezmî kuştinim, ew perçemî çîn çîn deka
çeşnî mecnûnPerson şêtî leylaPersonm, dûr le yar û ’eşretim
bulbulî dił her denałê, guł be esrîn şîn deka
ey felek cewrî zemanet xiste ser min boye wa
sawî safî asmanim, her be mij barîn deka
yarekey xwênxor û załim, diłberî bê řeḧim û dîn
zułf û egrîcey kemendî ’aşiqî miskîn deka
nîwemirdû řuḧ leser lêw, çaweřêm ger bête lam
ew wekû ahwî řemîde, řû le seḧray çîn deka
«fatîḧîPen name» bê sûde giryan, barî hîcran hełgire
bextî to key hawterazîy zuhre û perwîn deka?