wekû bulbul ẍezelxiwanim

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  435 views
ey çiray kułimit řefîqî zułmetî şew xełwetim
ey mujey wek neşterit, peykanî cergî letletim
ey cemałî aftabît, seyqelî jengî diłim
ey dû çawî piř le nazit, tac û text û şewketim
ey şemamey baxełit, sêw û henar û pirteqał
ey qedî serwî řewanit, nexlî baxî cennetim
ey peçe û zułfî biławit, sunbul û řeyḧan û guł
ey demî xunçet, şefabexşî diłî piř meynetim
ey mijołî wek xedengit, ’eskerî řom û feřeng
ey dû lêwî le’libarit, şekir û nuqił û şerbetim
boç be naheq demkujî ey şahî xûbanî zeman?
her etoy awatî qelbî piř le derd û meynetim
qetre qetre hate xwar, firmêskî çawim bû be çom
wişk û bê hêz û ze’îf û bê guł û bê ’uşretim
her wekû bulbul ẍezelxiwanim şew û roj nałeme
her wekû perwane kuştey şew çiraẍî řûmetim
kes nîye wek «fatîḧîPen name» lomey řeqîban hełgirê
bê dyar û yar û yawer, bê dû kułmî xet xetim