newroz

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  388 views
behare, deşt û seḧra şîn deçê ewřoke newroze
heraye, şadîye, bezme, newaye, dengî diłsoze
çemen řazawe çeşnî bûk, dirextan sewz û serberzin
le şaxan qaspeqaspî kew leser guł bulbulî qoze
temaşay bulbul û qumrî dexwênin lew der û deşte
mubarek sałî «ḧefta û şeş» elew qewm û gel û hoze
le ladoł û xiř û şîwan, fîtey şwane û be’ey mêgel
kiçî nazdar û neşmîl perçemî şêwa û ałoze
le mêrg û çîmen û baxan, dexwênê bulbulî şeyda
wenewşe pêkenî, kirdî, le yaran cejne pîroze
be pêşwazî behar hatin, çinar û ’er’er û şimşad
«şilêre» û «şeşpeř» û «şewbo», «gezîze» û guł, ke newroze
kew û «dał» hatnewe kwêstan, hewaryan «lend» û «samřend»e
çi řengîne, çi nexşîne, wiłat, çend berz û pîroze
xiřoşî baz û şahên û, cirîwey mel le ser daran
be çeşnî saz û sentûre, ewend diłgîr û piřsoze