dir byan awladan sam û ḧam û yafis û tifirqih şidin ayşan û mi’mur budin û abadî kirdin

From the Book:
Rewzetul Sefa
By:
Mirza Ebdilqadir Paweyi (1850-1910)
 2 minutes  354 views
ewlad yafis ne řûy dehir dûn
zyad bî temam ne řubi’ meskûn
bîn be sî û şeş new’, bê zyađ û kem
gişt giro giro muxtelêf ce hem
be sî û şeş zeban luẍet mawerdin
tekellum çenî yekter mekerdin
yek ce ḧerf yek nimebî ḧałî
teşxîs nimeđan şîrîn ce tałî
îse her çî turk řûy ser zemînen
řûm û řewendî û çîn û maçînen
êslam ya tersa, mecûs ya cihûd
ce nesił yafis aman be wicûd
dîsan ḧam çenî ferzendan wêş
řay dûr saḧil muḧît gêrit ne pêş
ce seḧray cinûb êqamet kerdin
des pey ’emaret zêndegî berdin
ce neş’ey te’sîr berq du’ay nûḧ
ce enfas pak sub seḧergay nûḧ
ferzendan ḧam seẍîr û kebîr
zikûr û unas sya bîn çûn qîr
ḧam çendîn êqlîm qismet kerd lêşan
xuđa dewłetê ’alî da pêşan
giroy ewanîç ta bîn we hejde
be’zê we esnam meberdin sucde
we hejde zeban mekerdin teqrîr
her yek yek luẍet ’ecîb û diłgîr
êqlîm meẍrêb kerdişan beş beş
yek şî we sûdan, yekê we ḧebeş
yekê hêndustan, yekê zengibar
şaran, neyderan, yekser dan qerar
eẍłeb ce qanûn qedîm wiyerdin
her kam ayînê êxtyar kerdin
mêllet mêlletan îse ha ’amen
fêşterş nutfey ewlad ḧamen
her çend ḧebeşî û hênd sya řeng
tuxim naşîrîn zişt bed’aheng
geda û konediř, řezîl û edbar
newker û ẍułam ’ebid û xidmetkar
cey dinya yekser gişt natemamen
ane gişt řîşey ewlad ḧamen
bełam çûnke nûḧ «’ilîh alsilamArabic»
du’ay xeyriş kerd pey ewlad sam
wat zumrey ewlad to enbya ban
baqî her talêb kesb ḧełał ban
we ḧukim ferman danay «lem yizilArabic»
ewladan sam enbyay mursel
no ferzend ew bî be no hezar
ce řûy dinyay dûn gêrtişan qerar
ḧêcaz û ’êraq mekke û mêsir û şam
fars û êqlîmat xurasan temam
me’mûre weset dinyay dûn yekser
bî be mułkişan we emir dawer