çerxî dûn

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  260 views
teb’î min, bo mînnetî em çerxî dûne hełgirê?
kê be me’lûmî dezanê ber le min ew namrê?
ser eger fîkirêkî bêtû, dił eger hoşî bibê
tê fikirê, kê birdye axir, tac û text û efserî
min be umêdî çi bim, bem wez’e çon dił xoş bikem?
kê le dest tîrî ecel, seydî ḧeyatî derberê?
ulfetim nadem be dunyay dûn û bê mîhir û wefa
key muḧîbî kes buwe, miştûyetî tenperwerî
min be ’umrî xom ke nemzanîwe tow, nemdî le kes
ah û ḧesretkeş nebûbê, bê fîẍan û çenberê
bem hemû naz û nyaze to legeł dunya dekey?
ḧałetî ẍeyrê, nedamet, neybuwe bo kes serê
waqî’a be’zen be wechî îmtiḧan û tecrube
her wekû bûk dîte perde, nayełê kes lê berê
xałe mîrzaPen name! çî dekey? dunya denî, to dił ẍenî
her wekû lat dawe lade, bełkû bo xoy şeq berê