şa’îr le çetałî jyanî xoy dwawe

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  223 views
serim kewtote ser sewda û xeyałî fikirî mindałî
le perdey ’eqił û danişda ḧeya damanî hełmałî
le xaney ḧîreta mawim, çîye em fikire nuqsane
leber ew ḧałete ḧałim, xeyałî kirdûm xałî
legeł em wezi’ û eyyame îdare wa le îşkala
be pîrî lêm řeza nabê be řencûrî û kem eḧwałî
nedamet wa yexey girtûm, be hîç new’ê berim nada
be sed şehd û şekir, naçê be şîrînî le dem tałî
çîye wa bextî bedbextim be carê lêm tewellaye
le meydanî řeqabetme ’eduwêkî kuhensałî
le sû’î talî’î neḧsî mine me’lûme deyzanim
humay bê çareyî mezlûm, ewîş řoyî û şika bałî
humay ewcî se’adetman le dewrî ême řoywiwe
bełê bedbextî mîrzaPen nameye dełên: wêł bû be ’ewdałî