13

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 5 minutes  861 views

cwamêr her ke çawî be lawe kewt witî:

― beřast ewe boçî to ne bot nûsîbûm û ne pêşt witim kewa xanuwekem kirawe be cêge pyaz?

lawe dway îstêk witî:

― çîye çûy bo geřekî xotan?

― herwa řêm kewte ew nawe. bełam to boçî pêt newtibûm text kirawe?

dway îstêkî dirêj lawe witî:

― ebê bîrim nebûbêt pêt biłêm, - na bîrnebûn le îşekeda nîye, boçî bîrte parem bo binêrî biłêy kirêy xanuwekete û bîrit nîye ke biłêyt xanuweket text kirawe!

lawe hîç qisey nekird.

cwamêr benîmçe terîqîyekewe witî:

― oy lêm bibûre! ebû bizanim ke to beriztir û çaktirî lewey îşî wa bikeyt, eger bitnûsyaye xanuwekem wêran kirawe manay ewe bû pareke hîy xote û řenge nemewêt ya ewende lam xoş nebêt. êsta tê geyştim boçî lêt şardibûmewe, lêm bibûre!

lawe serî daxist û le diłî xoya witî kabray şa’îr çakî ekird ke xoy bêdeng ekird ta xełk manay şî’rekanî lêk edenewe, emca eyut her ewan le xom baştirî tê egen. řast emeş wa bû.

cwamêr pirsî:

― başe ewe le keyekewe way lê kirawe?

lawe bematîyekewe witî:

― gyanekemî cwamêr ewende gwê medere dirêjey şit, xanû kawil kirawe kirawe îtir pêwîst be key û kê û çon û bo nakat!

cwamêr serêkî ba da witî:

― řast ekey, başe qisey lê nakem. bełam nazanim qise le meseley hênanewey hîwa û daykîşî nekem ya bîkem? ewe de řojî pê çû keçî hîçit dyar nebû.

lawe dway îstêk witî:

― heqte, lêm bibûre! lem řojaneda nextê serim qał bû, le sibeynêwe xerîk ebmewe. başe êsta dunyakeş nextê hêmne.

cwamêr lebatî ewey qise legeł lawe bikat le diłî xoya eyut: şitîkî seyre serqałî çî û îşî zorî çî? min ta êsta nazanim to îşt çîye!

wam lê hatuwe biłêm hîç îşêkî dyarit nîye çunke toş wekû min beyanî eçîte derê nîweřo dêytewe bo nanxiwardin. serxewêk eşkênît, sat dewrî pênc eçîtewe derê, le ḧewt ḧewt û nîwda dêytewe. îtir serqałî çî! gwaye hîç wextî ewet nîye ke zelamê peyakey bînêrî bedûy kałê û hîwada? nazanim boçî wa kemterxem bûyt? eme hergîz to nît! başe ba bizanîn sibeynê çî ekeyt!

***

nîweřo katî qawełtî lawe dyar nebû, ke cwamêr pirsî pêyan wit:

― çuwe bo şarî «ḧ...» çend řojêkî pê eçêt. peley bû toş lêre nebûyt boye pêy newtî.

pênc řoj beser řoyştinî laweda tê peřî. cwamêr zor taqetî çûbû, bîrî ekirdewe, le xoy serî suř ema çon twanîwêtî em mawe zore oqre bigrêt bê hîwa û daykî. caran bendî bû çarey nebû, bełam em panze şanze řojey le małî laweye hîç manay nîye. her çonêk bwaye ebû mişûrêkî hatneweyan bixiwat. ewî řast bê hîç demaẍêkî nesûtanduwe bo em amancey, tenya mayey xoşîy berbûn û azadbûnî bû. wa laweş řoyştuwe kê ełê key dêtewe! boçî xom hewłêk nedem? hewłî çî bidem? kê be qisey min xoy exate ew agirewe? wekû şaho û ewan eygêřnewe hîç şarîyek bebê «pas»y karbedestî asayş û supa natwanê le şar biçête derê meger le qaçaẍeřêwe, ewîş metirsîy kuştinî tya heye. mang nîye bîst sîyek bem core nekujrêt. ca ke eme ḧał bêt kêm dest ekewêt bînêrim bedûyana. le serêkîşewe lawe naheqî nîye. bełam her ebû, ke eyzanî wextî berdanî min nizîk botewe, neyhêştaye biřon bo ladê!

betaybetî lem axoran û bixoraneda xełk le ladêwe dêtewe bo şar. her hîç nebê le bordiman dûr ekewnewe. êstaş hîç pêwîst nakat ke em be kes biłêt, tenanet be laweş. tenya řê eweye ke xoy biçêt.

bełam çon! bo metirsîy řêge ewe bo hemuwan wekû yeke, bełam em serbarî ew metirsîye tirsî dayerey asayşîşî heye, ke pêyan wituwe bebê agadarîy ewan şwênî xoy negořêt, nexwazeła çûne ladêş. legeł emeşa herçonêk bêt ebê biçêt, mirdin û jyan bêt!

řeway heq nîye lem řêyeda le xoy bewlawe kesî tir tûşî azar û erk bibê. ewey dayerey asayşîş her qiseye. ewan çuzanin ke em lêre mawe ya gwastûyetyewe? eme dû hefte zyatre hatuwetewe hestî casûsêkî nekirduwe ke dûy kewtibêt. eger beselametî řoyşit û hatewe ewa kes pêy nazanêt, xo eger mirdîş ewa zanîn û nezanînyan wekû yeke, cige lemeş ke ew çû kałê û hîway hênayewe, ba dayerey asayş her bizanêt ke em bebê agadarîy ewan şarî becê hêştuwe. çîy lê eken? xo naykujin. ewpeřekey eynêrin bo şarêkî tir. xoşî ewey pê xoştire!

dest le dest û qewet le xwa, le sibeynê zûtir nîye ekewête řê‌wişwên‌pirsînî bedzîyewe le şarderçûn. her le şar řizgarî bû îtir hemû şitêk asane. xoy zor çak řêy dêyekey małî pûrî kałê şarezaye, ne řaberî pêwîste û ne bełed!