12

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 11 minutes  923 views

beyanîyek dway berçayîkirdin cwamêr be lawey wit kewa eyewêt biçêt hendê qewm û qîley beser bikatewe. ke nawyanî pê wit boy derkewt hendêkyan mirdûn û zorîşyan le şwênî caranî nemawe. cwamêr witî:

― bem pêye bêt be panze řoj bom beser nakirênewe! ewe çîye ełêyt kesyan hatuçoy êwe naken?

lawe witî:

― ba hatuçoman eken bełam ewende na, xizmanî małe xezûranim zortir dên û deçin. legeł xizmanî bawkîşim cejnawcejin ya be boney aheng û şayî û şînewe hatuçoy yektirî ekeyn.

cwamêr bezerdexeneyekî sardewe witî:

― ne babe min çaweřwanî hîç yekê lem şitanem pê nakirêt, xom eçim bo layan. bêguman ewan neyanzanîwe ke min ber bûm, egîna ehatin bo lam.

emey wit û lêy da řoyşte derewe. yekem şwên çuwe małî nesrînî pûrzay, xoşî û çonîyekî germyan kird. nesrîn bedem giryanewe baweşî pya kird lamlî maç kird. ewîş sûr hełgeřa û bebêzarîyekewe xoy lenaw dest derhêna û hewałî mindał û mêrdekey lê pirsî.

nesrîn beserberzîyekewe pêy wit: kewa herdû kuřekey le leşkirî azadkerî nîştimandan, mêrdekeşî ewe sał û nîwêke gîrawe. ełên heta kuřekanit negeřênewe ber nadrêyt.

êste emîş xoy û kiçêkî şeş ḧewt sałey be cilşorî û nankerî beřêwe eçin. «male»y biraşî ke êste wa le şarî «k...» kasbî eka, carubar derûyekyan lê ekatewe her başe.

lewê hate derê çuwe małî xałozayekî bawkî. kabra xoy le mał nebû.

jinekey û dû minałî pênç û şeş sałey lewê bûn, xanuwekeyan taze çak kirabuwewe û sipîkarî kirabû, jin û minałekanî têrî û teselîyan lê ebarî, dway xoşî û çonî, hewałî mêrdekey lê pirsî ke lekwêye û çî ekat.

jineke belûtberzîyekewe witî:

― me’mûre, le dayereye!

cwamêr beḧepesanêkewe pirsî:

― me’mûr?

jine be řiq û fîzêkewe witî:

― bełê me’mûr! çî tyaye! ewaney bûn be me’mûr çîyan lew zyatre! erê wełła, le sayey xwa û ḧikûmetewe mudîrî banqîşe.

cwamêr ke zor le şêwey qisekirdinî jineke qars bûbû beqêzêkewe witî:

― mudîrî banq? seyre! mecîdî xałozam xwêndinî seretayî tewaw nekirduwe, çon mudîrî banqe?

jineke betewsêkewe witî:

― be xwa babe xizmî çakît! ewî bêgane pêy řewa bînîwe to pêy řewa nabînît. ewe boçî le ’astî ême wayt kake cwamêr!

― mesele řewabînîn û nebînîn nîye xuşkim! bîr lewe ekemewe ke leber çî bêgane em şwêney pê řewa bînîwe?!

emey wit û betûřeyîyekewe hate derê. leberxoyewe eyut bêguman destî legeł dujmin têkeł kirduwe boye wa pêş xirawe. bełam min heqim çîye be serewe, boçî wa quşqî bûm? řenge lûtberzîy jine bê’abřuwekey way lê kirdibim. beřast ewe çî bû xo etut tyatroye.

qey çêka jin le małî xoya çî leber kat. min her betewawî şûłim lê hełkêşa, etut bo şeřkirdin çûm nek bo beserkirdinewe. řêy tê eçê ew kwêrewerîyey nesrînî pûrzamim tya dî destî hebê lew tûřebûn û şeřpê‌firoştinema.

zor naxoşe layek leser heq wa tûşî cezrebe bibê û layekî keş leser naheq wa dergay xêr û bêrî bo bixrête ser pişt! lem bîrkirdinewaneda bû, baş agay le dewruberî xoy nemabû, kabrayekî kełegetî řeşkełey lê hate pêşewe û serêkî bo şoř kirdewe, ta baştir serinc le demuçawî bida, ewsa bexoşîyekewe witî:

ewe toy kake cwamêr. dek be xoşî û xêr bigeřêytewe, ewe key hatûytewe? biłêm çî xo řojekey lewaneş nîye pyaw gileyî le dost û biraderan bikat ke le hatnewet agadaryan nekirdûm. êy êste çonî!

lekwê bûyt? çawim řûn buwewe.

cwamêr bîrkirdineweyekî ewtoy pêwîst nebû ke bizanê xawenî em demřêjî qiseye wesmanî kone dirawsêy małî xałî bawkêtî, ke ta polî şeşî seretayîş le qutabxane pêkewe bûn.

dway nextê qisekirdinî bê’amanc wesman lêy dûpat kirdewe:

― ewe lekwê bûyt?

cwamêr serêkî daxist û dway îstêkî kurt witî.

― wîstim serêkî małî mecîdî xizmim bidem, bełam, be xwa nazanim biłêm çî, kaşkî neçûmaye!

wesman bebzeyekî manadarewe seyrêkî cwamêrî kird û hîç wirtey nekird. cwamêr leser qisey xoy řoyşit:

― seyre! jinekey ełê mecîd êste mudîrî banqe. tê nagem le katêka mał nîye yekêkî gîraw ya kujraw ya hełatû nebê, nexwêndewarêkî wekû mecîdî xizmim çon ekirêt be mudîrî banq? bêguman casûsîyan bo ekat. ey çî! her ebê wa bêt!

wesman kewa hêşta her sêberî bize manadareke beser lêwyewe mabû, serî daxist û dîsanewe hîç qisey nekird. cwamêr besersuřmanêkewe witî:

― ewe çîte hîç qise nakeyt? bizanim demit bû be tełey teqîw. çîye, leber casûsî nekirawe be mudîrî banq, ha? wesman zor leserxo witî:

― ne’!

― ey leber çî? kewate eyzanît.

― leber gewadî, qurban!

em qiseyey wekû têskey tifeng hawîşt û lêy da řoyşit.

ke cwamêr kewte řê berew małî pûre xecawî her serî ba eda. lepaşa beřqêkewe tifêkî kirde erzeke û witî:

― kerîmî hawřêy bendîxanem bedroy nebû ke hemîşe eyut:

«emřo řojî gewade ..!» serî jinî be gořî babî mecîd, min çîme be serewe, boçî pêy sûk ebim. kê ezanê ême her xizmîşîn. cige lewey kewa min nawim le defterî zor kesîşa kujrawetewe. kê ḧisab bo min ekat ya ḧisabî ew legeł min ekat. xwa bîkirdaye zû destim bigeyştayewe kałê û hîwa şerit bê bimbirdinaye bo wiłatê be sałêk yekêkî nawî em şarey nebirdaye! erê beřast çî bikem bo pare!

boçî serê le xanoçkekem nedem bizanim çîy lê hatuwe? eger kirêçî kawlî nekirdibêt řenge îmřo parey çak bikat. wekû bîrim bêt bepêy nameyekî lawe şeqamêkî panyan be berdemya birduwe, nirxî zyadî kirduwe. milî řêy girt, bełam ewe çîye kwa hîç xanû dyar nîye! to biłêy řêgakey lê têk neçûbêt.

― nextê serincî daye xanuwekanî tenîştî, ewe małî mîrza se’îde, ewe şanşîne řûxawekeyetî hîç destî lê nedrawe, ewe małî řeşey řenicbere wekû dwênê bîryetî, ke çû be ame xanî jinî wit biçê agay le kałê bêt ta em eçêt mamanî bo bang ekat û dêtewe. tenya xanuwekey eman dyar nîye, ełêyt leser kaẍez buwe û be lastîk siřrawetewe! şwênekey text û pak wek lepî mist waye. lepiř hat be bîrya ke eme yekem car nîye textanî way tyada ebînêt. her emřo heşt no şwênî wekû cê‌małekey xoyanî tya çaw pê kewtuwe.

hîç lêkołînewe û lêkdaneweyekî pê nawêt. em şwênane xanûn û beblidozer text kirawin. bêguman xanûy ew kesanen ke lay mîrî be tawanbar danrawin. bełam ebê key way lê kirabêt? xo înşałła be boney berbûnîyewe textyan nekirduwe! le katî girtinîşya em nerîtî xanû textkirdne danehatbû. êste dey, key wêran kirabê wa wêran kirawe û biřawetewe bełam boçî lawe lem keyn‌wibeyne agadarî nekirduwe?

řenge neywêrabêt boy binûsêt. bełam ew heta em mangeş ke tyaya ber buwe manganey em kawilbuwey bo narduwe, kewa dyare le çend sał kemtir nîye text kirawe! ewe ew şeqameye ke lawe boy nûsîbû dû xanû bewlay hînekey ema tê epeřêt. way çi zordar û kafirbabin, wa dyare eyanewê piř bepřî wişey małwêrankirdin małî pyaw wêran biken.

egîna wa benaheq û nagunaḧ de sał fiřêyan daye zîndanewe, mał‌ be bildozer textkirdnî boçîye!

henaseyekî hełkêşa û leberxoyewe witî:

― mełbendî diłdarîman bû legeł kałê. çendî pêy witim destî lê nedem, tenya hełîgêřmewe û swaẍêkî bidem. bełam min leber daykim çawim berayî ne’ehat tya danîşim, ya ebû bigwêzmewe yan têkî bidem û serlenwê dirustî kemewe. kon bû, hîç kirêy ne’ekird, parekeşî hîy kałê bû. dway mirdinî daykî kanî û awekeyanî le ladê firoştibû.

heqîşî bû, hemû parekeman eda be kirê xanû bê ewey hîçman des kewêt. kê eyzanî tûşî çurtimî wa ebîn! bo neçim serê le małî mame řeşey řenicber nedem! małêkî çakin, be çi řûyekî xoş û geşewe ame xanî jinî hat bepîrmewe lew řoje řeşeda. ba biçim, bêguman karesatî ew řojey zor çak lebîre. lêy epirsim ba bom bigêřêtewe, bizanim kałê çon minałekey bû. hîç mamanyan deskewt! lekwê destyan ekewêt. be çîya ezanrêt kewa nazê geřawetewe! mamanî nehênawe! le katêka min bebrîndarî birabûm bo bendîxane. ame xan jinêkî dem û kawêj xoşe, êsta dastanekem be corêk bo egêřêtewe wek hîç neqewmabêt, çend be demî xoşe ke ełê: «her ser selamet bê îtir baqî hîç nîye».

le dergake çuwe pêşewe û ełqeřêzekey lê da û řawesta ta dergakey bo bikirêtewe, be tîlayîyekî çawîş eyřiwanîye kelawey xanuwekey xoy. a ewe şwên jûrî nustinekeyan bû. lew řoje řeşeda kałê leser cêgakey lewêda kewtibû. way çi řojêk bû, biřwa û neyetewe, çîye? ewe ełêy kesyan le mał nîn. betunditir le dergakey da bełam hîç dengê nebû. minałêkî de dwanze sałe bewêda têpeřî le dûrewe temaşayekî cwamêrî kird witî:

― mameke! pûre amîne le małî řesûłî dartaşe, kuřekeyan gîrawe.

eger ełêyt botî bang bikem?

cwamêr witî:

― ne gyane qey nakat eřom carêkî tir dêmewe, îşêkî ewtom pêyan nîye!

minałeke lêy da biřwa, cwamêr pirsî:

― ey kuřî baş! ew kelawe kone. małî kê buwe wa text kirawe?

minałeke geřayewe nizîkî û be dengêkî espayî witî:

― nawî nazanim! bełam ełên małî pyawêkî gewreye demêke gîrawe!

cwamêr her wekû bitirsê lewey neweka minałeke bizanê ke em xoy ew «pyawe gewreye»ye, gurc pirsyarêkî keşî lê kird:

― başe ey ezanî ew řîze dukaney beramberman hî kên?

― hî małî mîrza qadirin. ḧikûmet dukandarekanî lê derkirdin û dayxistin çunke casûsêkyan le berdema kuşt. destekeyan xoş bê zor pyawêkî xirap bû.

cwamêr lebatî ewey gwêy le weramî minałeke bêt, bîrî lewe ekirdewe ke to biłêyt hîwaş minałêkî wa jîrkeley zîrek bêt! xozge lêre ebûn, çend dunya egořra! bełam çîye ewe lawe hîçî dyar nîye, pêşînan cwanyan wituwe: «têr agay le birsî nîye» egîna wa bêbakane ne’ecûłayewe beramber be hênanewey hîwa û daykî. ta cwamêr lem bîrkirdinewane buwewe minałeke le çaw win bûbû. ewîş loş loş milî řêy małî lawey girt û geřayewe. hîwayekî bew xanûçkeye hebû ewîşî heresî hêna. dey gwê mederê! xwa ekat her hîwa řasteqînekey bezûyî û beselametî egeřênewe, îtir hemû şitêk asane û em hîwayaney keş hemû dêne dî!