14

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 19 minutes  1346 views

le seferekey cwamêra le hemûy piřmetirsîtir le şarderçûn bû, çunke hemû ew řêbaz û şeqamaney ke le şar eçne derê ya dêne şarewe xirabûne jêr çawdêrîyekî wird û tundewe. we lew şwêne berzaneş ke beser řêgakanda eyanřiwanî gunye lim û şestîrî lê damezrênrabû. ewî le şeqamewew be «pas» neçwaye şar û nehataye derê, bebê sê‌widû, teqey lê ekira û ekujra. hefte nebû laşey çend kujrawêk leber derkî serada fiřê neden, be naw bo ewey kesukaryan byannasnewe û byannêjin, řastîyekeşî bo tirsandin û wire pê berdanî xełk bû, çunke kes nebû bwêrî xoy bikat be xawenî laşey kujraw.

cwamêr betenya kewte řê û be eqłî xoşî kem‌metirsîtrîn řêgay girtibû. bełam wa derneçû, çunke her dway ewey ew be çwar çemołe le pena girdêkewe hate derî şar, piřojêktorêk diřî da be tarîkî û bo mawey şeş ḧewt deqîqeyek ew dewruberey piř kird le řoşnayî.

şirîxey şestîr destî pê kird, cwamêr xoy mełas kird be erzekewe ta teq û hûř biřayewe, ewsa be sikexşikê xoy geyande şîwêk. lewêwe kewte řakirdin ta le ḧukmî gulle derçû. řojî duwem le karwançîy bîst kewa ew şewe minałêk û jinêk û dû pyaw û sê êstir kujran.

xełk her le şar bihatnaye derê îtir lejêr desełatî mîrîda ne’eman, ekewtine jêr destî «li. a. n». cwamêr legeł eweşa ke çend car ew řê‌wibaney dîbû, bełam boy ne’enasrayewe û hemîşe lew gumaneda bû ke behełe çûbêt. nek leber ewey de sał zyatir tê peřîbû beser dwa dîtnya, eyzanî ke ladêy kurdistan de sałî la řojêke bo gořan! hoy ser lê têkçûnî ew wêranîye bû ke beser nawçekeda hatbû. yekê lew çayxanane le sûtan, darêk lew baxî û pełe çinarane le fewtan řizgaryan nebûbû, ke caran dirêjayîy řêgayan kurt ekirdewe. zorbey małî ew dêhatey ehatne řêy le binarda ya bomba řûxandibûnî ya sûtênrabûn û beşî here zorî xełkekeş çołyan kirdibû.

hendêkyan çûbûne şar û hendêkîşyan penayan birdibuwe ber şaxî, řojî yekem cwamêr zor řoyşit, cige le qirçey nîweřo, ke bo dû sê se’atêk lay daye ser kanî û awêk, îtir milî řêy girt. êware řûy kirde dêyek, kewa çend małêkî tya mabû hełnehatbûn. ewanîş ber le hetawkewtin xoyan û minał û ajełyan eçûne pena tawêr û kwêreşîw û bin dar û dewenî dewrî awayî ta řoj awa ebû, tirsî borduman ne’ema, ewsa ehatnewe dê. ke cwamêr kirdî be dêkeyana taze hendêkyan hatbûnewe û xerîkî agirkirdinewe û çêşt‌lênan û nankirdin bûn. cwamêr dû pełasî le małêkyan xwast û çuwe serbanî mizgewt.

têşûdanekey xoy lê derhêna û kewte şîwkirdin. zor memnûnî eqłî xoy bû ke têşûy legeł xoy hêna, egîna ebû be erk beser ew ladêyye birsî û řeşuřût û mał lêşêwawanewe. beşî beyanîş heł’egrêt. bo qawełtîyekî direng xoy egeyenête «gułan».

qawełtîyekey legeł kałê û hîwa ekat. ke kałê û hîway hatewe bîr serî le xoy suř ma kewa be dirêjayîy řoj ewende nehatûn be bîrya, ke hatbîşin ewendey tya nemawnewe! bêguman metirsîy řê, bîrkirdinewey le lêpirsînewey mîrî, becêhêştinî bêdengîy małî lawe, kawlî û małwêranî û řê‌wiban têkçûn û ew kwêrewerî û azarey xełkî tya ejyan mêşkî piř kirdibû, becorêk kewa xerîk bû teng be kałê û hîwaş hełbiçnê. çawêkî be pêxef û libadeşiř û serîne bagirdênîyekeya gêřa, kewa ta ew kate leber mandûyetî û lebirsa neyperjabû têyan wirdibêtewe. serînekey gemřeye çiłk û areq û xoł dayan poşîbû, ne’ezanra řengî pêşûy bergekey çî buwe. lêfekeşî kenarekanî çiłk abłoqey dabû, berge xame sûrekey le dû sê lawe diřabû, lokeyekî borî kułkinî lêwe derkewtibû. piştekeşî, kewa çîtêkî sewz bû, çûbuwewe û çend pełeyekî gewre şitî pya řijaw ya mîzî minałî pêwe bûbû be nexiş! libadekey jêrî le hemûyan paktirbû, tenya cêgey çend jêr pyałeye çay leser danraw û şwên sûtanî çend cigereyekî pêwe dyarbû. çiłkinî û pîsîy nwênekanî ew řojeyan bîr xistinewe ke tyaya ḧukim diran û biran bo zîndan. way çi cilk û nwênêkî pîsyan danê!

bełam her qey nakat, eman bendî bûn û be ḧisabî mîrî gunahkar bûn, cil û nwênî pîs û çiłkin beşêk bû le sizakeyan. bełam em ladêyye hejbeserane lay xoyan û be hemû ḧisabêkîş bêtawan û azadin, bo çî ebê eme ḧałî berg û nwênyan bêt! hîç dûrîş nîye ewey dirawe bem nwênî here pak û çakî małekeşyan bêt, bexêrê bo mîwan hełgîrabêt. zerdexeneyekî tifit ser lêwî girt. sûre çinarî pîrî mizgewteke çemabuwewe beser serbanekeda. be řoj sêberêkî xoşî ekird bo danîştuwanî ser seko û berdenwêj û ḧewzekey, lew serdemeda ke tirsî fiřoke dêyekey be řoj be xełkekey çoł nekirdibû.

bełam be êwaran matemînî û tengîyekî bê’endazey exsite diłewe, ya her hîç nebê ew êwareye be lay cwamêrewe wehabû. piřî kird be pêxewekeya û řayexekey řakêşa û heta twanî û baneke be demîyewe bû, we «şwên û cema’etî» dû sê nwêjkerî serbaneke mawey da le sêberî pîre sûreçnar dûr kewtewe. sełte řêyek le girdekey beramberyewe ekşaye naw dê, wa dyar bû hemû awayî lewdîwî ew girde xoyan şardibuwewe, çunke wekû řêçkey mêrûle meř û małat û jin û minał pya ehatne xwarewe. ta tarîkî tarmayîşî lê kird be jêr xoyewe çawî lê netrûkandin, egerçî zor car xeyałî ewende dûr ekewtewe nek tarmayî ser ew barîkeřêye, qedî estûrî sûreçnarekey berdemîşî ne’edî.

kabrayekî nwêjker hat be layewe, wa dyar bû tînûy qise û dengubas bû, bełam cwamêr ewende be sardî weramî dayewe zatî hełtirûşkanî nebû, her bepêwe yek dû pirsyarêkî tê girt û lêy da çuwewe be lay bermał û nwêj û hawniwêjekanî xoyewe û kewtine tenûrî qisedaxsitin û aşî xeyał xistine geř. cwamêrîş le pêşewe gwêy bo hełxistin bełam lepaş nextê taqetî lêyan çû. serêkî libadekey jêrî pêça le pêławekanîyewe û serî xiste ser û lêy pałkewt. dway nextê em‌dîw û ewdîwkirdin bepele hesta çû serîne wek bagirdênekey hênayewe kewa leber zilî lebin liqupopî sûreçnarekeda, le şwênekey pêşûy cêy hêştibû. nextê be çepok xerîkî nizmikirdin û pankirdinewey bû, lepaşa serî kirde ser û dway çend car em‌dîw û ewdîwkirdin bêdeng bû.

ewendey nexayand bepêçewaney caranî pirxepirxî pê kewt. ke hesta mang řimê zyatir berz bûbuwewe. xoy gurc kirdewe û nwênekanî birdewe bo małî xawenekeyan. herçende ḧepey seg neşîhêşt, wekû ḧezî dekird, bêdeng bîxate ser dîware nizme mûrînekey xanuwekeyan û milî řê bigrêt û biřwat. mang le çarekî sêyemya bû, be tirîfey zîwînî deştuder û kêwwikejî řûnak kirdibuwewe. darudrextî lařê têkełî sêberekanyan kirdibû, wek gird û tepołke le dûrewe ehatne ber çaw. zor le estêre wird û dûrekanî asman be tirîfey mang û nizîkîy beyan le çaw win kirabûn, tenya çend estêreyekî geş lemlawlawe penceyan le pencey mang eda, bełam be cirîwecrîwî zor û řewtî xêrayana leçaw mangî meng û leserxoda etut minałe wirdikey tazey nedîtken be cile tazekanyanewe xoyan enwênin. dinya fênk û kişumat bû, cige le dengî pêy xoy ke be zyadewe ehate gwêy, tenya dengêk ke ehat sîřey bêdengî bû ke be minałî pêyan witbû xuřey řûbarî beheşte dête gwê.

bîrî ekirdewe le dunya, le asmanî bê bin û payan, le estêrey bê‌jimare, le řaburdû, le dwařoj, le şořş, le jyanî ew xełke, le xoy, giřgiř mêşkî ehatewe ser kałê û hîwa, beřastî ne’ebû lawe bihêłê lem axoran bixoraneda bên bo ladê. xełk le ladêwe řa ekate şar. çi ladêyyekî quřbeser cêy xoy û mał û minałî bo mawetewe ta be cêgey mîwanda bigat! bêguman ebê lawe lêyan bêzar bûbêt, heqîşêtî ebê her cergyan derhênabêt. be qise xoşe de sał xizmetî jin û minał bikeyt, naxoştir le hemûy eweye herçîyekyan bo bikey natwanî diłxoşyan keyt wek xot etewêt.

lepiř xeyałêk hat be mêşkya diłî guşî, hîç dûr nîye ewanîş wekû em hemû dêhatîyane be řoj dêyekeyan çoł neken û neçne şa xî û pena berd û gewrkî dewryan! bem pêye îmřoş çawî pêyan nakewêt. wate xokutanekey bêber ebêt. emey pêştir be bîra bihataye ewende zû hełne’esta û le hîçe xoy lexew ne’ekird û şewî ne’ebest be kołewe.

«dey taze wa hat! lêrewdiwa xom exafłênim ke dway zerdepeř bigeme awayî. çî bikem, her le nîweřowe wekû qazî kwêr betaqî tenya le dêyekî çoła!».

cwamêr guřugujmî caranî xaw buwewe. çawî biřîbuwe çeqî řêgeke û leserxo eřoyşit. carubar germa tînî bo ehêna lay edaye jêr sêberî dirextêkî lařê kewa lem nawçeyeda destî dujminî negeyştibûye, manduwêtîy xoy eḧesanewe û ekewtewe řê. çêştengawêkî direng bû, be waq‌wiřmanêkewe çayxaneyekî nesûtênrawî bedî kird. be dirêjayîy řê hemû çayxanekan kawil kirabûn. ewey destî ḧikûmetî geyştibûye serbaz sûtandibûy, ewî destîşî negeyştibûye be fiřoke le asmanewe burduman û agirbaran kirabû. be dest lênedrawî, manewey em çayxaneye lêreda be lay cwamêrewe şitêkî seyr bû. ke çuwe pêşewe lêy, çend texte û kursî û tepłekî şequşiř agirdanêkî sardusiř hemû dîmenî çayxaneke bûn. leberxoyewe be dengêkî nextê berz witî:

― çayxaney çî? xo kawlitre lewaney řûxênrawin. diłim xoş bû witim çayek exomewe!

çuwe ser yekê le textekan danîşêt, ke wîstî pał bidatewe dergay jûrêkî lenaw çayxanekeda bedî kird. ber lewey hestête ser pê biçê bizanê çîye, dîy minałêkî řûtełey çiłkinî demuçaw řîpoqawî destêkî girtibû be berçawyewe, milî lar kirdibuwewe bizanê ew zelame kê bû dengî ehat. cwamêr emey behel zanî witî:

― kuřî baş ewe boçî çatan nîye?

minałeke le batî weramdanewe bepele geřayewe bo naw jûreke. ewendey nexayand jinêkî herzekarî serupotełak şêwawî xewałû nîwey le dergakewe hênaye derê û temaşayekî piř tirs û samî emla û ewlay xoy kird. ke dî ewî lêy etirsa ewe nîye hate naw dergake û bangî kird:

― ewe kêye?

cwamêr, dway geřanewe jûrî minałeke, na’umêd le çaxwardinewe xoy leser texteke pał xistibû, ta serî hełnebřî le dengî jine yektiryan nedî, ewsa witî:

― ewe minim xuşkim, řêbwarim epirsim eger çatan hebê yek dû çam bidenê!

jine ber le weramdanewe îstêkî kird û serincêkî awdamanî cwamêrî da înca witî:

― fermû were lay serû her êste çat bo lê enêm.

cwamêr wek xêrî pê biken betirsêkewe pirsî:

― ey nîtane dû hêlkeşim bo bikułênin ya bîken be hêlkewřon?

― bełê heye, kamyanit bo bikem?

― eger zeḧmet nebê hêlkewřonekem la xoştire, bełam têkî hełmede.

― başe beser çaw. jine îstêkî kird û pirsî: wa dyare kake xełkî em nawe nît?

cwamêr xerîk bû bipirsê çonit zanî lepaşa tirsa lewey dirêjedan be qise zor le afretekey nizîk katewe, ke dyar bû nek her êsk‌sûk, tenya û destemoş bû. boye serêkî leqand û bêdeng bû. bedem qisewe hate lay kursîyekanî nizîk dergay jûrekewe, leser here dûrekeyan danîşt. jineş xerîkî çalênan û hêlkewřonkirdinî xoy bû. ewendey pê neçû her be tawekewe legeł dû sê xeple leser sînîyekî tenekey kon hênaye berdemî. xoşî çû lew berîyewe leser kursîyek lêy danîşt. hêşta baş cêy be xoy negirtibû witî:

― kake nazanim be çawe ḧezî lê ekeyt yan çayeket le dwayîda bo bihênim?

― le dwayîda baştire.

nextê bêdeng bûn. lem maweyeda dû seg be kilkeleqê û mil xwarkirdinewe zor çiłêsane le cwamêr hatne pêşewe, kewa bedem parûcûnewe xeyałî řoyştibû bo lay kałê û hîwa, ta segekan tengyan pê hełçinî û xeyałyan pê biřî. seru let kulêrey bo tûř dan, her be asmanewe qostyanewe û ḧilûşyan kird. benaçarî ser û parçey key bo fiřê dan. leberxoyewe witî:

― wa dyare zoryan birsîye.

jineke, ke weha dyar bû lebîr cwamêr çûbuwewe, lepiř witî:

― řêbwar û hatuçokerman nemawe, êmeş û ewanîş birsî kewtûyn, eger wa biřwa hemû emrîn lebirsana. to yekem kesî lem hefteyeda řûman tê bikeyt. ta mêrdekeşim negîrabû her baştir bû, eḧmed û meḧmûdêkî bo ekirdîn. bełam ewetey ew gîrawe, benaşkurî nałêm, derûy řeḧmetman lê çote best. bêwłetî lêreşa buwestê her çake!

etirsim ew bikujin û çayxanekeşman bisûtênin.

em sikałayey jine diłî cwamêrî cûłand, beperoşêkewe pirsî:

― mêrdeket bo gîrawe!

jine îstêkî tewawî kird û serincêkî başî cwamêrî da, sêberî çayxaneke nextê şwênekey tarîk kirdibû, henaseyekî hełkêşa witî:

― bo bedbextî mêrdekem lelayen «li. a. n»ewe gîrawe!

― cwamêr peşîmanîyekî zor girtî beramber be xo têhełqurtandinekey, çunke bîstibûy «li. a. n» xełk leser çî egirin. legeł eweşa benabedłîyekewe pirsî:

― leser çî girtûyane?

jine wek çaweřwanî em pirsyare bû yan zor car lêy kirabêt gurc witî:

― çunke çayxanekeman neřûxênrawe!

cwamêr leberxoyewe witî:

― çon? çayxaneketan neřûxawe, înca gunahî êwe çîye?

wek legeł pirsyarekeya weramêkî demkutkerî hatbê be mêşka heta ehat qisekey xawtir ekirdewe. jine witî:

― ełên eger casûs nebûnaye mîrî çayxanekey êweşî kawil ekird! ca tu xwa eme řeway heqe? le pîr û meşayexanim gereke eger ême xirapey şořşiman wîstibêt xom û mêrd û her sê minałekem negeyne êware. xo eger bêgunahîşîn ewa sebebkarman bekwê zûxał bêt. min xom ezanim eme darî kêye day be řoḧmana.

qey nakat xwa heqî biznî şaxdar beser bêşaxewe nahêłê.

herdûkyan bêdeng bûn ... paş nextê jine pirsî:

― êste çayekit bo bênim?

― erê be xwa, bełam zor piřřeng nebê.

cwamêr çay duwemî exwardewe jineke witî:

― ełêyt cigere nakêşît?

― berê wełła eykêşim bełam wekû şitê bîrim çû, ke ewîş nîşaney xêre, wate etwanim terkî bikem û xom lew erkeş řizgar bikem!

jineke bepêkenînêkî şermawîyewe wîstî qise bikat, cwamêr beterîqîyekewe witî:

― lêm bibûre! fermû ha ewe paketî cigerekem.

way wit û paket û şiqartekey bo hawîşte ser mêzekey berdemî, ewîş bêdeng hełî girt. cigereyekî lê tê kird û paket û şiqartekey xistewe tenîşt cwamêr, kewa bîrî le şwênêk ekirdewe destuplî lê bişwa û destî tya be aw bigeyenêt. le jinekey pirsî:

― beřast xełk lekwê dest eşon?

jine hesta le pakete cigereyekî kona binîskeye sabûnî bo hêna û pêy wit:

― biço ser kanîyeke, eweta lepişt çayxanekewe, cogelekey etbate serî.

cwamêr le destiştin egeřayewe bîrî le jineke ekirdewe. zor kewî dyare, dest pyawî xoy kewêt bistî be qerz nadat. naşîrînîş nîye, çî? naşîrîn! gunahe pyaw nełê êsk‌sûke. em tenyayîyeş helêkî başe bo ew kesaney le şitî wa egeřên. biřom başe. ne be xwa eger parçe sîpałêkî hebê bimdatê lew bin tuweda serxewê bişkênim û demedemî ’esir bikewme řê le hemûy çatre. bem qirçeqirçî germaye biçim bo kwê? hemûy řêgey se’atêkim mawe, ser ew yałe ekewm û baskedrêj ebiřim, egeme awayîyekeyan. her çende małî pûrî kałê lewpeřî dêşeweye bełam her geyşte dê geyîwwete ewê. jineke kilîm û serînêkî pakî bo hêna. pêşî wit ke lejêr sêberî çayxanekeda binwê çatre, le derewe mêş û megez eyxon. pêş ewey cwamêr dem hełhênêtewe qîjey giryanî yekê le minałekan daykey beřakirdin birdewe jûreke û cwamêrîş bepele xoy geyande jêr dartuweke û lêy pał kewt û desesřekey da be demuçawya. neyzanî çend xewî lê kewt, ke le dengedengî jine û minałekanî xeberî buwewe. le pêşewe xoy kird be nustû, bełam bêhûde bû xewî lê nekewtewe. jinekeş ke be jûr seryewe westabû bargořînêkî emî behel zanî witî:

― heste teyare hatuwe, be sermanewe esûřêtewe xwa bimanparêzêt!

nazanim lejêr dirext başe yan na? legeł eweşa kirdûme be xû her wîzey teyare hat pelbî minałekanim egirim û eyanhênme jêr em dartuwe.

řenge cêyekî xirap nebê, meřumałat û wiłaxman le derewe nîye. ełên ajeł û karwan û şitî wa baş bedî ekat.

cwamêr ke dî mesele giringe û jineş wa dyare biřyarî dawe ke neyełê binwêt, benaçarî hesta demuçawî şit û bo ewey obałî le xewhestanekeşî bixate estoy jine pirsî:

― ewe çîye hênawtin byanşoyt? beřastî zor çiłkinin, řeway heq nîye em kanî û awetan lebin destewe bêt û minałekanîşt wa pîs bin.

― şitnî çî kakî xom teyare hatuwe teyare, her ewendet zanî geřayewe serman. ay hejbeserim ewe girmey bombaye. to gwê bigre gwê bigre! ewe dû, xwa ezanê małî kêy wêran kirdibêt. legeł qisekeya givey fiřokeyan pitir lê nizîk buwewe ta lepiř wayan zanî beser seryana tê epeřêt, tenanet jineke serîşî danewand weyzanî wa nekat ber serî ekewêt. give û hařey fiřokeyan le gwê neçûbuwe derê dîsanewe hatewe be seryana têpeř bû. legeł têpeřbûnya dû girmey zil û lerînewey erzeke têy geyandin kewa le nizîk ewan bombakanî dawe be zewîda. cige leme leber çałayîy şwênekeyan çawyan le hîç nebû.

jine legeł girmey bombakan zirîkanî witî:

― ey małî wêranim be xwa ber çayxanekeman kewt! çawî bed pêkaynî! pelî minałekanî ber da û wekû şêt řay kird bo lay çayxaneke.

cwamêr tekanî daye xoy pêy negîrayewe, wek tîskey tifeng boy derçû. ewendey nexayan fiřoke borîn geřayewe emca le pêşewe be şestîr kewte desřêjkirdin, dwayî bombayekî berdayewe û lêy da řoyşit, hemûy çend deqîqeyekî xayan. cwamêr pelî minałekanî girt, biçûkekeyanî her le lankekeya cê hêşt leser kanîyeke. ke hate ser berzayîyeke temaşay kird çayxaneke wa hełtekawe darî beser berdîyewe nemawe, jine çayçîyekeş leber demya lepewřû kewtuwe.

way zanî bo xoparastin le destiřêjî fiřoke xoy mełas kirduwe. bangî kird:

― heste xuşkim borduman nema!

ke dî cûłey nekird, řay kirde layewe. temaşay kird gulleyek dawêtî le mûřegey piştî têkî şikanduwe û gyanî leber biřîwe. dû minałeke, kewa le temenî 8 û 10 sałîda bûn, kewtine zak‌wizrîk, cwamêr lecêy xoy ta çend deqîqeyek wek nemam çeqî. lepaşa laşekey hełgêřayewe ser pişt, dî destî qûçawe piryaskeyekî tyaye, têgeyî kewa çî bû behoy kujranî. bêguman çend dînarêkî paşekewtyan heye hełyan girtuwe bo řojî řeş! axo le binmîç ya çi kunêkî çayxanekeda qaymî kirdibêt û êste tirsabê ke çayxaneke biřûxê ya bisûtê řenc‌beba bin, wa jyanî xoy le řêgeda dana. bełam êste cwamêr çî bikat? xo dananîşêt be dyar em minałane û laşey daykyanewe. ey xo herwa becêşyan nahêłêt, lem bîrkirdineweyeda bû temaşayekî emla û ewlay kird, dî laşey sê zelamî tir û çwar wiłaxî be dirêjayîy řêgake kewtûn.

"êy kewate fiřokeke em řêbwaraney bedî kirduwe wa kirdî bew karesate.

dek daweşêy mîrî bo xot û řeftarit."

cwamêr le yekê le minałekanî pirsî, ke beser laşey daykekeyana egryan:

― hîç xizmê, kesêktan nîye lem nizîkane?

minałeke beheniskewe witî:

― małî babe gewrem le «n...»e.

― başe eger nizîke biço bangyan ke, wa minîş eçim minałe şîrexoreke ehênme êre.