bab 14

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  501 views

1) dew wexteyda hêrodêsNamed-Entity têtrark nêwbangî yesû’î bîst.

2) û be xizmetkaranî xoy gut: «ewe yuḧenna te’mîddere. ew lenêw mirduwan hełsitawetewe û leber eweye ew quwetane de wîda karê deken.»

3) çunke hêrodês yuḧennay girtibû bestibû û de bendîxaneyda hawîştibû leber xatrî hêrodyaPerson jinî fîlposPerson biray xoy.

4) çunke yuḧenna be wî gut: «bo to dirust nîye ke ewet bibê.»

5) û temay debû ke bîkujê beła le xełkî detirsa, çunke ewyan be pêẍember dezanî.

6) beła wextêkî řojî be weledbûnî hêrodês bû, kiçî hêrodya semay kird de nêwîda û hêrodêsî xoşḧał kird.

7) leber ewey be swênd we’dey be wî da ke her çî tełeb bika be wî bida.

8) beła ew fêrkiraw le daykî xoy, kutî: «serî yuḧennay te’mîdder lêre leser tebeqêkî be min bide.»

9) û padşa xemnak bû. beła leber swêndan û ewaney ke degełî leser sifrey řonîştibûn emrî kird ke bîdrêtê.

10) û nardî û serî yuḧennay de bendîxaneyda biřî.

11) û serî wî hêndira leser tebeqêkî û be kiçekey dira û ew birdye kin daykî xoy.

12) û şagirdanî wî hatin û meytî wîyan hełgirt û naştyan, û çûn be yesû’ xeberyan da.

13) wextêkî yesû’ ewey bîst le ewê be gemêy xoy wela kêşa betenê bo cêyekî çoł, û ke xełkî eweyan bîst le şaran be pêyan wedway wî kewtin.

14) û ke weder kewt xełkêkî zorî dî û řeḧmî be wan dahat û nexoşanî wanî saẍ kirdewe.

15) beła wextêkî êwarê bû şagirdan hatne kin ewî deyangut: «cêyeke çołe û wext elan řabirduwe, dena xełkî merexes bike hetakû bo dêyan biçin û xorak bo xoyan bikiřn.»

16) beła yesû’ be wanî gut: «lazim nîye bo wan ke biçin, engo be wan biden ke bixon.»

17) ewan be wîyan gut: «lêre nîmane bêcge le pênc nan û dû masî.»

18) û ew kutî: «ewane bênne êre kin emin.»

19) û be xełkî emrî kird ke leser gyay řonîşin, û pênc nanan û dû masyanî hełgirt řûy de asmanê kird, membarekî kird û letî kird, û nanekanî be şagirdanî da û şagirdan be xełkî.

20) û hemûyan xwardyan û têr bûn û le letkan ke zyad bûn dwazde qirtałey piřyan hełgirtewe.

21) û ewaney ke xwardibûyan be qed pênc hezar kes bûn, bêcge le jinan û mindałan.

22) û cêbecê şagirdanî mecbûr kird ke wejûr gemê bikewn û le pêş ewî biçin bo ew berî heta xełkî merexes kird.

23) û ke xełkî merexes kirdibû, çû ser kêwêkî betenê ke du’a bika û ke êware dahat betenê lewê bû.

24) û gemê elan zor tîrhawîştinan le wişkî dûr bû û le şepolan de zeḧmetda bû, çûnke ba zîdid bû.

25) û de nobey çwaremî şewêda yesû’ hate kin ewan leser beḧrê degeřa.

26) beła wextêkî şagirdan ewyan dî leser beḧrê degeřa têk çûn, deyangut: «ẍeybîye», û le tirsan qîjandyan.

27) beła yesû’ cêbecê ewanî dwand, deygut: «be ẍîret bin, emnim metirsên.»

28) pîtrosPerson be wî cwabî da û kutî: «ya řeb, eger eto bî, emir be min bike ke leser awê bo kin eto bêm.»

29) û ew kutî: «were.» û pîtros le gemê hate xwarê û leser awê çû û hate kin yesû’.

30) beła wextêkî bay dî, tirsa û ke destî pê kird ke qim bibê qîjandî, deygut: «ya řeb xełasim bike.»

31) yesû’ cêbecê destî dirêj kird, ewî girt û be wî gut: «ey kem îman, leber çî be şik bûy?»

32) û ke ewan de gemêda weser kewtibûn bake aram bû.

33) û ewaney ke de gemêda bûn sicdeyan lê kird deyangut: «beřastî eto kuřî xułay.»

34) û ke peřînewe hatne ser erzê de ginîsartida.

35) û ke xełkî ew cêyey ewyan nasî bo hemû wiłatî dewrandewryan nard û hemû nexoşanyan hêna kin ewî.

36) û tełebyan lê dekird ke tenya dest le dawênî cilî wî biden, û her kamêkî ke destyan lêda saẍ bûnewe.