bab 15

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  484 views

1) ew wextî ferîsyan û xwêndewaran le urşelîmî hatne kin yesû’ deyangut:

2) «leber çî şagirdanî to ḧedîsî pîran deşkênin? çunke destan naşon wextêkî nan dexon.»

3) beła ew cwabî da û be wanî gut: «boçî engoş emrî xułay deşkênin leber ḧedîsî xotan.

4) çunke xuła kutî ḧurmetî bab û dayk bigre û ewey ke cinêw be bab yan dayk bida be mirdin bimrê.

5) beła engo dełên: her kes ke be bab yan dayk biłê: ew çitey ke le minewe qazanc bo to biga dyarîye;

6) qet lazim nîye ke ḧurmetî bab yan daykî xoy bigrê.

7) û leber ḧedîsî xotan kelamî xuław betał kirduwe.»

8) ey řyakaran be zerîfî pêẍemberyetî kird eş’ya ke derḧeqî engoy degut: «ew tayfe be lêwan ḧurmetî min degirin, beła diłî wan le min dûre.»

9) û bexořayî emin deperestin be wey ke fêr deken te’lîman ke emranî însanîn.

10) û xełkekey bang kirde kin xoy û be wanî gut: «bibyên û bifamin.»

11) ne ew çitey ke be zarîda deçê însanî pîs deka, beła ew çitey ke le zarî weder dekewê ew însanî pîs deka.

12) ew wextî şagirdan hatne pêş û be wîyan gut: «erê dezanî ke ferîsyan wextêkî ew qiseyan bîst heł engutran?»

13) beła ew cwabî da û kutî: «her çeqawêkî ke babî asmanîy min neyçeqanduwe le řegî hełdekendirê.

14) lêyan geřên. bełedçyanî kwêrî kwêranin, beła eger kwêr kwêrêkî bełedî bika, her dûk de çałê dekewn.

15) pîtros cwabî da û be wî gut: «ew meseley bo me terceme bike.»

16) beła ew kutî: «erê engoş hêşta nefamin?

17) tê nagen ke her çî ke be zarîda deçê deçête nêw zigî û de mebalîda fiřê dedrête derê?

18) beła ew çitaney ke le zarî weder dekewn le dił dêne derê û ewane însanî pîs deken.

19) çunke le dił dêne derê û fikiranî xirap, qetił, zînaḧ, fîsq, dizî, şayedî be diro û kifir.

20) ewanen ke însanî pîs deken, beła xwardinî be destanî neşoraw însanî pîs naka.»

21) û ke yesû’ le ewê weder kewt, bo wiłatî sowir û sîdûn çû.

22) û eweta jinêkî ken’anî lew serḧedaney weder kewt û qîjandî, deygut: «řeḧim be min bike ya řeb kuřî dawud, kiçî min zor cinnidare.»

23) beła ew be wî qiseyekî cwabî neda û şagirdanî wî hatne pêşê, lêy pařanewe deyangut: «ewî merexes bike, çunke le dway me deqîjênê.»

24) beła ew cwabî da û kutî: «emin nenardirawim meger bo meřanî winbuwanî małî îsra’îl.»

25) beła ew hat û sicdey lê kird, deygut: «ya řeb komegim bike.»

26) beła ew cwabî da û kutî: «çak nîye ke nanî mindałan hełgirî û byawêjye ber tutkan.»

27) beła ew kutî: «bełê ya řeb, çunke tutkanîş dexon le wirtikan ke le sifrey aẍayanî xoyan dekewn.»

28) ew wextî yesû’ cwabî da û be wî gut: «ey jin, îmanî to gewreye. çilonêkî ke detewê weha bo to bibê.» û kiçî wî le ew se’ateyewe saẍ bowe.

29) û yesû’ le ewê řoyî û hate kin beḧrî celîlî û weser kêwî kewt û lewê řonîşt.

30) û cema’etanî zor hatne kin ewî û degeł xoyan hebûn, şelan, seqetan, kwêran, lalan û zoranî dîke û ewanyan lekin pêyanî wî hawîşt û ewanî saẍ kirdewe.

31) weha ke xełkî ’ecayb man, wextêkî dîtyan ke lalan qiseyan dekird, seqetan saẍ debûnewe, şelan degeřan û kwêran dîtû bûnewe û şukirî xułay îsra’îlyan kird.

32) beła yesû’ şagirdanî xoy bang kirde kin xoy û kutî: «řeḧmim be ew xełkeyda dê çunke elan sê řoje ke degeł emnin û hîçyan nîye ke bîxon û namewê ke ewan be birsyetî merexes bikem, neba de řêyeda lexo bibnewe.»

33) û şagirdan be wîyan gut: «de çołîda hênde nanman le kwê bibê ke ewende xełkî têr bikeyn?»

34) û yesû’ be wanî gut: «çend nanû heye?» û ewan kutyan: «ḧewt û hêndêk masî çikole.»

35) û le xełkî emir kird ke leser erzê řobnîşin.

36) û ew ḧewt nanane û masyanî hełgirt, şukirî kird û letî kird û day be şagirdanî û şagirdan be xełkî.

37) û hemûyan xwardyan û têr bûn û le letekan ke zyad bûn ḧewt zenbîlî piřyan hełgirtewe.

38) beła ewaney ke xwardyan çwar hezar kes bûn, bêcge le jinan û mindałan.

39) û ke xełkî merexes kirdibû, swarî gemê bû û hate serḧedanî mecdanî.