bab 13

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 minutes  488 views

1) dew řojeyda yesû’ le małê weder kewt û lekin beḧrê řonîşt.

2) û xełkêkî zor lekin ewî xiř bûnewe weha ke ew wejûr gemêyekî kewt û řonîşt, û hemû xełkeke le qeraẍî řawestan.

3) û çitanî zor be meselan degeł ewan qisey kird, deygut: «eweta toçên weder kewt ke toy biçênê.»

4) û ke deyçand, hêndêk kewte ser řêy û teyřan hatin û ewyan xward.

5) û hêndêk kewte ser cêyanî berdawî le kwê ke giłî zorî nebû, zû řwa çunke erzî qułî nebû.

6) û ke řoj hełat sûtandî û çunke řegî nebû wişk bû.

7) û hêndêk kewte nêw diřwan û diřwan hełçûn û ewyan xinkand.

8) beła hêndêk kewte ser erzî çak û berî hêna. hêndêk yek û sed, hêndêk yek û şêst û hêndêk yek û sî.

9) ewey ke gwêy heye ba bibyê.

10) û şagirdan hatin û be wîyan gut: «leber çî be meselan degeł ewan qisan dekey?»

11) beła ew cwabî da û kutî: «çunke be engo dirawe ke siřřanî padşayetî asman bizanin, beła be wan nedrawe.

12) çunke her kes ke heyetî, be wî dedrê û zyad dekirê, beła her kes ke nyetî ewey ke heşyetî lêy destêndirê.

13) leber ewey degeł ewan be meselan qisan dekem, çunke debînin û nabînin, û debyên û nabyên û nafamin.

14) û leser ewan tewaw debê ew pêẍemberyetî eş’ya ke dełê: «be bîstinî engo debyên û qet nafamin û be dîtnî debînin û qet nanasin.»

15) çunke diłî ew qewmey ẍelîz buwe û be gwêyan be giranî debyên û çawanî xoyan quçanduwe, neba be çawan bibînin û be gwêyan bibyên û be dił bifamin û wergeřên û emin ewan necat bidem.

16) beła xozge be çawanî engo çunke debînin û gwêyanî engo çunke debyên.

17) çunke řastî be engo dełêm: zor pêẍemberan û sadqan ḧesretyan kêşawe ke bibînin ew çitaney ke engo debînin û neyandîwe û ke bibyên ew çitaney ke engo debyên û neyanbîstuwe.

18) dena engo meselî toçênê bibyên.

19) her wextêkî kesêk kelamî padşayetî debyê û nayfamê şeřî dê û ewey ke de diłî wîda çêndirawe, deřfênê. eweye ewey ke leser řêy çêndira.

20) û ewey ke leser cêyanî berdawî çêndira eweye ke kelamî debyê û cê becê be xoşî ewî qebûł deka.

21) emma hîç řeg de xoyda nîye û demêkî demênê beła wextêkî tenganeyê yan ezyetê leber ew kelamey peyda debê, cêbecê hełdengiwê.

22) û ewey ke lenêw diřwan çêndira eweye ke kelamî debyê û xemî ew dinyayey û firîwî mał, kelamî dexnikênin û bê ber debê.

23) beła ewey ke leser erzî çak çêndira eweye ke kelamî debyê û deyfamê û berîş dênê, hêndêk yek û sed û hêndêk yek û şêst û hêndêk yek û sî deka.»

24) meselêkî dîkey bo wan dehêna deygut: «padşayetî asman deşubhê be pyawêkî ke toy çakî de zewîy xoyda çand.

25) beła wextêkî xełkî de xewda bûn dujminî wî hat û gurgey lenêw genmî çand û řoyî.

26) beła wextêkî gyaye řwa û gułî kird ew wextî gurgeş dyar bûn.

27) û xizmetkaranî saḧîb małî hatin û be wîyan gut: «ey aẍa erê de zewîy xotda toy çakit neçanduwe? dena le kwê gurgey heye?»

28) ew bewanî gut: «pyawêkî dujmin ewey kirduwe.» û xizmetkaran be wîyan gut: «dena detewê ke biçîn û ewane xiř bikeynewe?»

29) beła ew kutî: «nexêr, neba wextêkî gurgey xiř dekenewe genmekeş degeł ewan hełbikenin.

30) le herdûkyan geřên ke pêkewe gewre bibin heta dirwêney, û de wextî dirwêneyda be dirwênekeran dełêm: «hewełê gurgey xiř bikenewe û ewan be baqe bibestin bo sûtandinî, beła genmî de embarî minda xiř bikenewe.»

31) meselêkî dîkey bo wan dehêna deygut: «padşayetî asman deşubhê be denkêkî xerdel ke pyawêk girtî û de zewîy xoyda çandî.

32) ke çikoletre le hemû toyan, beła wextêkî gewre debê, le hemû şînawerdan gewretre û debête darêkî ke teyřanî asman dên û de likanî wîda hełdenîşin.»

33) meselêkî dîkey be wan gut: «padşayetî asman deşubhê be hewîrtirşêkî ke jinêk girtî û de sê kîley ardîda şardyewe heta hemû tirşa.»

34) yesû’ hemû ewaney bo cema’etan be meselan qisey kird, û bê mesel hîç çitêk degeł ewan qisey nekird.

35) hetakû tewaw bibê ew çitey ke kutrawe be destî pêẍember ke dełê: «zarî xom be meselan lêk dekemewe, çitanî şardiraw le binaẍey dinyayê bo wan qisan dekem.»

36) ew wextî cema’etanî merexes kird, û hate małê û şagirdanî wî hatne kin ewî deyangut: «ew meseley gurgey zewî bo me terceme bike.»

37) ew cwabî da û kutî: «ewey ke toy çak deçênê kuřî însane.»

38) û zewîyeke dinyaye û toy çak mindałanî padşayetîn, beła gurge mindałanî şeřîn.

39) û ew dujminey ke ewanî çand şeytane û dirwêne axîrî dinyaye û dirwênekeran melayketanin.

40) dena çilonêkî gurge xiř dekirêtewe û de awrîda desûtêndirê, her wa de axîrî dinyayeda debê.

41) kuřî însanî melayketanî xoy denêrê û hemû heł’engutuwan û ewaney ke bê şerî’etî deken le padşayetî wî xiř dekenewe.

42) û ewan de tendûrî awrî dawêjin, lewê giryan û çiřandinî dedanan debê.

43) ew wextî sadqan de padşayetî babî xoyanda wekû řoj detruskên. her kes ke gwêy heye ba bibyê.

44) padşayetî asman deşubhê be xezêneyekî ke de zewîyekîda şardira buwe, ke pyawêk peyday kird û şardyewe û le xoşḧałî xoy çû û hemû çitî ke heybû firoştî û ew zewîyey kiřî.

45) dîsan padşayetî asman deşubhê be tacrêkî ke le mirwaryanî çakî degeřa.

46) û ke mirwarîyekî be qîmet peyda kird çû û hemû çitî ke heybû firoştî û ewî kiřî.

47) dîsan padşayetî asman deşubhê be tořêkî ke de beḧrê hawîştira û le hemû curêkî xiř kirdewe.

48) û ke piř bû leser qeraẍê hełyankêşa û řonîştin û çakanyan de qapîda xiř kirdewe, beła xirapanyan fiřê dawe derê.

49) her waş debê de axîrî dinyayeda. melayketan weder dekewn û xirapan lenêw sadqan cwê dekenewe.

50) û ewan de tendûrî awrî dawêjin, lewê giryan û çiřandinî dedanan debê.

51) erê engo hemû ew çitane tê geyştûn? be wîyan gut: bełê.

52) û ew be wanî gut: «leber ewey her xwêndewarêkî ke bo padşayetî asman te’lîm kirawe deşubhê be saḧîb małêkî ke le xezêney xoy çitanî taze û kon derdênê.»

53) û bû ke wextêkî yesû’ ew meselaney tewaw kirdibû le ewê řoyî.

54) û ke hate wetenî xoy ewanî de kenêştî xoyanda te’lîm da weha ke ’ecayb man û kutyan: «ew ’eqłe û ew quwetaney le kwê buwe?

55) meger ewe kuřî neccařî nîye? erê daykî wî miryem bang nakirê û birayanî wî ye’qub û yusif û şem’ûn û yehûda?

56) û xuşkanî wî erê hemû lekin eme nîn? dena ew hemû çitane le kwêy buwe?»

57) û be wey hełdengutran, beła yesû’ be wanî gut: «pêẍemberêk bê qedir nîye meger de weten û de małî xoyda.»

58) û zor quwetanî lewê nekird, leber bê îmanîy wan.