bab 12

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 minutes  428 views

1) dew wexteyda yesû’ de řojî şemoyda be nêw zewîyanda řadebird û şagirdanî wî birsî bûn û destyan pê kird ke guł biçnin û ke bîxon.

2) beła wextêkî ferîsyan ewyan dî, be wîyan gut: «eweta şagirdanî to ewey deken ke kirdinî wî de şemoyda dirust nîye.»

3) beła ew be wanî gut: «erê netanxiwênduwe dawud çî kird wextêkî birsî bû û ewaney ke degeł ewî bûn?

4) çilon wejûr małî xułay kewt û nanî řabwardinî xward, ewey ke bo wî ḧelal nebû ke bixiwa, û ne bo ewaney ke degeł ewî bûn, meger tenya bo kahînan.

5) yan erê de şerî’etda netanxiwênduwe ke de şemoyda kahînan de heykelîda şemoy deşkênin û bê gunaḧin?

6) beła be engo dełêm: ke lêre gewretrêk le heykelî heye.

7) beła eger bitanzanîbaye ewe çîye, «řûḧmim dewê û ne qurbanî» bê gunaḧanû gunaḧkar nedekird.

8) çunke kuřî însanî řebbî şemoye.»

9) û le ewê weder kewt û çû nêw kenêştî wan.

10) eweta pyawêk hebû ke destêkî wişkî bû, û le wîyan pirsî deyangut: «erê de şemoyanda saẍkirdinewey diruste?» hetakû gileyî lê biken.

11) beła ew be wanî gut: «kêhe kes le engo ke meřêkî hebê û eger de şemoy de çałêkîda bikewê erê ewî nagrê û derînakêşê?

12) dena însan le meř çend zyatre, ke waye de şemoyda çakekirdin diruste.»

13) ew wextî bew pyawey gut: «destî xot dirêj bike», û dirêjî kird û saẍ bowe wekû ewî dîke.

14) beła ferîsyan weder kewtin û zîddî wî tegbîryan kird ke çilon ewî hîlak biken.

15) beła ke yesû’ ewey zanî xoy le ewê wela kêşa û zoran wedway wî kewtin û hemûyanî saẍ kirdewe.

16) û be qaymî be wanî espard ke ewî aşkira neken.

17) hetakû tewaw bibê ew çitey ke kutrawe be destî eş’îya pêẍember ke dełê:

18) «eweta ’ebdî min ke hełmibjarduwe, ewe xoşewîstî min ke gyanim lêy xoşḧałe. řuḧî xom leser ewî dadenêm û ḧukmî bo tayfan xeber deda.

19) ew şeřê naka û ne deqîjênê û kesêk dengî wî de kuçanda nabyê.

20) qamîşî kuşraw naşkênê û piłîtî dûkełker nakujênêtewe, heta ḧukmê bo ẍełebey dernênê.

21) û be nêwî wî tayfan humêd deken.»

22) ew wextî cinnidarêkyan hêna kin ewî ke kwêr û lał bû, û ewî saẍ kirdewe, weha ke lałeke qisey kird û dîtî.

23) û hemû xełkî mat man û kutyan: «erê ewe kuřî dawud nîye?»

24) beła wextêkî ferîsyan bîstyan, kutyan: «ew pyawe cinnan der naka meger be be’lezbul meznî cinnan.»

25) û ke xeyałatî wanî zanî, be wanî gut: «her padşayetêkî ke zîddî xoy cwê bibê xirap debê û her şar yan małêkî ke zîddî xoy cwê bibê řanawestê.

26) û eger şeytan şeytanî der bika, zîddî xoy cwê buwe. dena padşayetî wî çilon řadewestê?

27) û eger emin cinnan be be’lezbul der dekem kuřanî engo be kê ewan der deken? leber ewey ewan ḧukmikeranî engo debin.

28) beła eger emin cinnan be řuḧî xułay der dekem, ke waye padşayetî xułay leser engo geyştuwe.

29) yan çilon detwanê kesêk wejûr małî saḧîb quwetê bikewê û esbabanî wî tałan bika, meger hewełê ew saḧîb quwetey bibestê û ew wextî małî wî tałan bika.

30) ewey ke degeł emin nîye zîddî mine û ewey ke degeł emin xiř naka biław deka.

31) leber eweye be engo dełêm: her gunaḧ û kifrê be binî ademî debexşirê beła kifir zîddî řuḧulqudus nabexşirê.

32) û her kes ke qiseyekî zîddî kuřî însanî biłê be wî debexşirê, beła her kes ke zîddî řuḧulqudis qisan bika bewî nabexşirê, ne dew dinyayeda û ne de ewey ke dê.

33) yan dareke çak biken û mîwey wî çak, yan dareke xirap biken û mîwey wî xirap, çunke dar le mîwey denasrê.

34) ey ewladî maran, çilon detwanin çitanî çak qisan biken ke xirapin? çunke le zyadî dił zar qisan deka.

35) pyawêkî çak le xezêney çakî çitanî çak derdênê û pyawêkî xirap le xezêney xirapî çitanî xirap derdênê.

36) beła be engo dełêm: ke her qiseyekî betał ke xełkî qisan biken, de řojî dîwanda debê ḧîsabî wî biden.

37) çunke le qisanî xot sadiq dejmêrdirêy û le qisanî xot ḧukim leserit dekirê.»

38) ew wextî hendêk le xwêndewaran û ferîsyan cwabyan be wî da deyangut: «ey mamosta, demanewê ke nîşaneyekî le to bibînîn.»

39) beła ew cwabî da û be wanî gut: «silsileyekî xirap û zînaḧkar nîşaney tełeb deka û nîşaneyek be wî nadrê bêcge le nîşaney yuns pêẍember.»

40) çunke çilonêkî yuns sê řoj û sê şew de zigî masîda bû, her waş kuřî însanî sê řoj û sê şew de baweşî erzêda debê.

41) pyawanî neynewa de dîwanda degeł ew silsiley hełdestin û ḧukmê leser ewî deken, çunke be we’zî yuns tobeyan kird, û eweta lêre zyatir le yuns heye.

42) melekey cinûbî de dîwanda degeł ew silsiley hełdestê û ḧukmê leser ewî deka, çunke ew le peřanî erzê hat ke ’eqłidarî sileyman bibyê, û eweta lêre zyatir le sileyman heye.

43) wextêkî řuḧî pîs le însanêkî weder kewtewe, de cêyanî bê aw degeřê û ḧewlî řeḧetî deda û peyda naka.

44) ew wextî dełê: «degeřêmewe bo małî xom ke lêy weder kewtûm», û ke dêtewe ewê betał û małdiraw û cwankiraw peyda deka.

45) ew wextî deçê û ḧewt řuḧanî dîke xiraptir le xoy degeł xoy hełdegrê û wejûr dekewn û lewê demênin û axîrî ew însane le hewełê xiraptir debê. her waş debê bo ew silsiley xirap.

46) ke hêşta degeł cema’etan qisey dekird eweta dayk û birayanî wî le derê řawestabûn û deyanewîst ke degeł ewî qisan biken.

47) û kesêk be wî gut: «eweta dayk û birayanit le derê řawestawin û deyanewê ke degeł eto qisan biken.»

48) beła ew cwabî da û be wey ke ewey pê gut, kutî: «kêye daykî min û kên birayanî min?»

49) û destî bo lay şagirdanî xoy dirêj kird û kutî: «eweta dayk û birayanî min.»

50) çunke her kes ke îradey babî min ke de asmandaye becê bênê, ewe bira û xuşk û daykî min.