bab 11

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  423 views

1) û bû ke wextêkî yesû’ le ḧukmidanî ew dwazde şagirdaney xoy xełas bû, le ewê çû ke te’lîm bida û we’iz bika de şaranî wanda.

2) beła wextêkî yuḧenna de bendîxaneda le ’emelanî mesîḧî bîst be destî şagirdanî xoy nard.

3) û bewî gut: «erê etoy ewey ke dê yan çawenořî yekî dîke bibîn?»

4) yesû’ cwabî da û be wanî gut: «biřon û be yuḧenna xeber biden le ew çitaney ke debyên û debînin.

5) kwêran debînin û şelan degeřên, gulan pak dekirênewe û keřan debyên, mirduwan hełdestêndirên û be feqîran mizgênî dedrê.

6) û xozge be her kesêkî ke le min hełnangwêndrê.»

7) û ke ewan řoyîn yesû’ destî pê kird ke be cema’etan beḧsî yuḧenna biłê: «engo bo temaşakirdinî çî de çołêda weder kewtin? erê qamîşêkî ke be bay debuzutrê?

8) beła bo dîtnî çî weder kewtin? erê pyawêk de cilî nazk deberkiraw? eweta ewaney ke cilî nazk deber deken de małanî padşayanin.

9) beła boçî weder kewtin? erê ke pêẍemberêk bibînin? biłê be engo dełêm: zyatrîş le pêẍember.

10) eweye ke beḧsî wî nûsrawe, «eweta emin denêrme pêş řûy to melayketî xom ewey ke řêk dexa řêy to pêşî to.»

11) řastî be engo dełêm: lenêw ewladanî jinan gewretrêkî le yuḧenna te’mîdder hełnesuwe beła ew çikoletir de padşayetî asmanda lewî gewretre.

12) û le řojanî yuḧenna te’mîdder heta ewêsta padşayetî asman zorî dekirê û zorkeran ewî deřfênin.

13) çunke hemû pêẍemberan û şerî’et heta yuḧenna pêẍemberêtîyan kird.

14) û eger bitanewê qebûł biken eweye îlyas ewey ke deba bê.

15) ewey ke gwêy heye ba bibyê.

16) beła ew silsiley be çî bişbihênim? deşbên be mindałan ke de meydananda řodenîşin û bo ewanî dîke bang deken.

17) û dełên: «bo engo zûřnaman lêda û hełnepeřîn, şînman kird û le singû neda.»

18) çunke yuḧenna hat, ne dexwa û ne dexwatewe û dełên: «cinnî heye.»

19) kuřî însanî hat, dexwa û dexwatewe û dełên: «eweta pyawêkî zorxor û şeřabxor, dostî řadaran û gunaḧkaran, û ’eqłidarî le ’emelanî xoy tesdîq kira.»

20) ew wextî destî pê kird ke lew şarane lome bika ke bişîgořî quwetanî wî de wanda kirabûn, çunke tobeyan nekirdibû.

21) «way bo to ey xorezîn way bo tu ey beyt seyda, çunke eger quwetanî ke de engoda kirawin, de sowir û sîdûnda kiraban, lemêj bû de pełas û xołemêş tobeyan dekird.

22) beła be engo dełêm: ke de řojî dîwanda, hasantir debê bo sowir û sîdûn lebo engo.

23) û eto ey kefernaḧum meger heta asman biłînd dekirêy? heta cehennemê dexrêye xwarê, çunke eger ew quwetaney ke de toda kirawin de sidûm kiraban, heta ewřo dema.

24) beła be engo dełêm: ke de řojî dîwanda hasantir debê bo wiłatî sidûm lebo engo.»

25) dew wexteyda yesû’ cwabî da û kutî: «şukirî to dekem ya babe, saḧîbî erz û asman, ke ewanet le ’aqłan û zanan şardotewe û ewanet bo mindałan aşkira kirduwe.

26) biłê ya babe, çunke le pêşî to weha xoş bû.

27) hemû çit be min le babim espardirawe û hîç kes kuř nanasê bêcge le bab, û hîçkes babîş nanasê bêcge le kuř û ewey ke kuř byewê bo wî aşkiray bika.

28) werne kin emin ey hemû zeḧmetkêşan û giranbaran û emin be engo řeḧetî dedem.

29) nîrî min leser xotan hełgirin û le min fêr bin, çunke emin sebirdarim û de diłda ḧelîmim, û bo gyanî xotan řeḧetî peyda deken.

30) çunke nîrî min xoşe û barî min sûke.»