bab 10

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  490 views

1) û ew dwazde şagirdaney xoy bang kird û ḧîkmatî leser řuḧanî pîs be wan da, hetakû ewan der biken û ke hemû nexoşîyetî û hemû derd saẍ bikenewe.

2) û nêwanî ew dwazde řesûlane ewanen: heweł şem’ûnPerson ke pîtros bang dekirê û biray wî endirîyasPerson û ye’qûbPerson kuřî zebdîPerson û biray wî yuḧennaPerson.

3) fîlposPerson û bertulmayPerson, tomaPerson û metaPersony řadar, ye’qûbPerson kuřî ḧelfî û tedî.

4) şem’ûn qanwîPerson û yehûday êsxerîwtîPerson ke ewî teslîm kird.

5) yesû’ ew dwazdaney nard û be wanî espard deygut: «be řêy bitperistan meçin û wejûr şarî semaryan mekewn.

6) beła zyatir biçne kin meřanî winbuwanî małî îsra’îl.

7) û wextêkî deçin we’iz biken û biłên: «padşayetî asman nîzîk buwe.»

8) nexoşan saẍ bikenewe, mirduwan hełbistênnewe, gulan pak bikenewe û cinnan der biken. bexořayî wertan girtuwe, bexořayî biden.

9) zêw yan zêř yan mis de piştêndî xotanda hełmegirin.

10) û ne turbîn bo řêy û ne dû kirasan û ne kewşan û ne ’esa, çunke fe’le layqî xwardinî xoyetî.

11) û de her şarêkîda yan dêy ke wejûr dekewn pirsyar biken kê layqe de wêda û lewê bimênin heta le ewê weder dekewn.

12) û ke wejûr małêkî dekewn be wê siław biken.

13) û eger ew małe layq bê, ba siławî engo leser ewê bê, beła eger layq nebê, ba siławî engo bo engo bigeřêtewe.

14) û her kes ke engo qebûł neka û gwê le qisanî engo negrê, wextêkî lew małey yan lew şarey dêne derê tozî le pêyanî xotan bitekênin.

15) řastî be engo dełêm: ke de řojî dîwanda bo wiłatî sedûm û ẍemûre hasantir debê le bo ew şare.

16) eweta emin engo denêrim wekû meřan lenêw gurgan, dena ’aqił bin wekû maran û feqîr wekû kotran.

17) beła le xełkî hoşyar bin, çunke engo be meclîsanî kedxudayan teslîm deken û engo de kenêştanî xoyanda qamçî lê deden.

18) û le pêş ḧakman û padşayan debirdirên leber xatrî min, bo şayedî leser ewan û leser bitperistan.

19) beła wextêkî ewan engo teslîm deken, xemê mexon çilon yan çî qisan biken, çunke her dew se’ateyda be engo dedrê çî qisan biken.

20) çunke engo nîn ke qisan deken, beła řuḧî babî engo ke de engoda qisan deka.

21) û bira biray bo mirdin teslîm deka û bab mindałî, û ewlad leser walîdeyn hełdestin û ewan dekujin.

22) û engo le hemû xełkî debuẍzêndirên leber nêwî min, beła ewey ke heta axrê sebrê bika ew xełas debê.

23) beła wextêkî be engo de şarêkîda ezyet deden hełên bo ewî dîke, çunke řastî be engo dełêm: şaranî îsra’îl xełas naken heta kuřî însanî dê.»

24) şagird le mamostay zyatir nîye û ne xizmetkar zyatir le aẍay xoy.

25) bo şagird bese ke wekû mamostay xoy bibê û xizmetkar wekû aẍay xoy. eger saḧîb małî be’lezbulyan bang kirduwe, çend zyatre ehlî małî wî.

26) dena lewan metirsin, çunke hîç çitêkî şardirawe nîye ke aşkira nebê û ne çitêk be dizî ke nenasrê.

27) ewey ke de tarîkayîda be engo dełêm de řûnakayîda bîłên, û ewey ke de gwêda debyên leser banan we’iz biken.

28) û metirsên le ewey ke beden dekujin, beła gyan natwanin bikujin. beła zyatir le wey bitirsên ke detwanê gyan û bedenîş de cehennemîda hîlak bika.

29) erê dû çwêlekan be pułêkî nafroşrên? we yekêk lewan bebê îznî babî engo le erzê nakewê.

30) beła mûyanî serî engoş hemû bijardirawin.

31) dena metirsên, engo le zor çwêlekan zyatirin.

32) dena her kes ke emin lepêş xełkî îqrar bika, emnîş ewî îqrar dekem le pêş babî min ke de asmandaye.

33) beła her kes ke lekin xełkî le min ḧaşa bika, emnîş lewî ḧaşa dekem lekin babî min ke de asmandaye.

34) fikir meken ke hatûm ke sulḧ leser erzê dabnêm. nehatûm ke sulḧ dabnêm beła şîr.

35) çunke hatûm ke kuř le babî xoy û kiç le daykî xoy û bûk le xesûy xoy cwê bikem.

36) û ehlî małî xoy dujminanî kes debin.

37) ewey ke bab yan dayk le min zyatir xoş bwê, layqî min nîye û ewey ke kuř yan kiç le min zyatir xoş bwê, layqî min nîye.

38) û ewey ke sêdarey xoy hełnegrê û wedway min nekewê layqî min nîye.

39) ewey ke gyanî xoy peyda bika, winî deka, û ewey ke gyanî xoy leber xatrî min win bika peyday deka.

40) ewey ke engo qebûł bika, emin qebuł deka û ewey ke emin qebûł bika, ewey qebûł deka ke emnî narduwe.

41) ewey ke pêẍemberêkî be nêwî pêẍember qebûł bika, ḧeqî pêẍemberî werdegrê, û ewey ke sadqêkî be nêwî sadiq qebûł bika, ḧeqî sadqî werdegrê.

42) û her kes ke be yekêkî lew çikolane tenya camêkî awî sard be nêwî şagird bida ke bixiwatewe, řastî be engo dełêm, ḧeqî wî qet win nabê.