bab 9

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  423 views

1) û swarî gemê bû û peřyewe û hate şarî xoy.

2) û eweta îflîcêkyan hêna kin ewî leser doşegêkî řakşaw, û ke yesû’ baweřî wanî dî bew îflîcey gut: «řołe xatircem be gunaḧanî to bexşirawin».

3) û eweta hêndêk le xwêndewaran de xoyanda kutyan: «ewe kifir dełê».

4) û ke yesû’ xeyałatî wanî zanî kutî: «boçî de diłî xotanda fikirî xirap deken?»

5) çunke kêhe hasantire ke biłê: «gunaḧanî to bexşirawin» yan ke biłê «hełsite û bigeřê?»

6) beła hetakû engo bizanin ke kuřî însanî ḧîkmatî heye leser erzê ke gunaḧan bibexşê, ew demî bew îflîcey gut: «hełsite, doşegî xot hełgire û biřo małî xot.»

7) û hełsita û çû małî xoy.

8) beła wextêkî cema’etan ewyan dî tirsan û şukirî xułayan kird ke ew core ḧîkmatey be însan dawe.

9) û ke yesû’ le ewêy řadebird pyawêkî nêwî metay dî ke de gumřogîda řonîştibû û be wî gut: «wedway min bikewe», û hełsita û wedway wî kewt.

10) û bû ke wextêkî de małêda leser sifrey řonîştibû, eweta řadaran û gunaḧkaranî zor hatin û leser sifrey degeł yesû’ û şagirdanî wî řodenîştin.

11) û ke ferîsyan ewyan dî be şagirdanî wîyan gut: «leber çî mamostay engo degeł řadaran û gunaḧkaran dexwa?»

12) beła wextêkî ewey bîst kutî: «saẍan îḧtyacî ḧekîmyan nîye» beła nexoşan.

13) beła biřon û fêr bin ewe çîye: «řeḧmim dewê, ne qurbanî» çunke nehatûm ke sadqan bang bikem beła gunaḧkaran.

14) ew demî şagirdanî yuḧenna hatne kin ewî deyan gut: «leber çî eme û ferîsyan řojû degrîn, beła şagirdanî to řojû nagirin?»

15) û yesû’ be wanî gut: «erê detwanin xełkî dawetê şînê biken ke hêşta zawa degeł wane? beła řojanê dên wextêkî zawa le wan destêndirê û ew wextî be řojû debin».

16) û hîç kes peřoyekî parçey taze le cilêkî kon nada, çunke ew pîne le ciley debêtewe û diřaweke xiraptir debê.

17) û şeřabî tazeş de meşkanî kon tê naken, eger ne meşkan deqełeşên û şeřab deřjê û meşkan xirap debin. beła şeřabî taze de meşkanî taze tê deken û herdûkyan řadegîrên.

18) ke ew hêşta ew çitaney be wan qise dekird, eweta meznêk hat û sicdey lê kird deygut: «kiçem her ewêsta mirduwe, beła were û destî xot leser ewî dabnê û dejyetewe».

19) û yesû’ hełsita û wedway wî kewt û şagirdanî wîş.

20) û eweta jinêkî ke mudey dwazde sałan xwên leberçûnî hebû le piştewe hat û destî le dawênî cilî wî da.

21) çunke de xoyda kutî: «eger tenya dest le cilî wî bidem saẍ debmewe».

22) beła yesû’ wergeřa û ke ewî dî kutî: «ey kiçê xatircem be, îmanî to etoy xełas kirdewe» û her ew sa’eteyewe jineke saẍ bowe.

23) û ke yesû’ hate jûr ew mezney û zûřnaçîyan û gaporêkî dî.

24) kutî: «la biçin çunke kiçeke nemirduwe, beła nûstuwe». we pêy pêkenîn.

25) beła wextêkî ẍełebayî der kirabûn çû jûrê û destî wî girt û kiçeke hesta.

26) û xeberî ewey de hemû ew wiłateyda weder kewt.

27) û ke yesû’ le ewê řadebird, dû kwêran wedway wî dekewtin deyanqîjand û dayangut: «ey kuřî dawud řeḧmê be me bike.»

28) û ke hate małê, ew kwêrane hatne kin ewî, û yesû’ bewanî gut: «erê baweř deken ke emin detwanim ewey bikem?» be wîyan gut: «bełê ey řeb».

29) ew wextî destî le çawanî wan da deygut: «wekû baweřû weha bû engo, bibê».

30) û çawanî wan kiranewe. we yesû’ be qaymî bewanî espard deygut: «hoşyar bin ke hîçkes nezanê».

31) beła ewan weder kewtin û xeberî wîyan de hemû ew wiłateyda biław dekirdewe.

32) beła wextêkî ewan deçûne derê, eweta lałêkî cinnidaryan hêna kin ewî.

33) û ke cinneke der kirabû ewe lałeke qisey kird û xełkî ’ecayb man deyangut: «çitêkî weha de îsra’îlda qet nebîndirawe».

34) beła ferîsyan kutyan: «be meznîy cinnan, cinnan der deka».

35) û yesû’ hemû şaran û dêyanî degeřa û de kenêştanî wanda te’lîmî deda û încîlî padşayetî we’iz dekird û hemû nexoşî û hemû derdî saẍ dekirdewe.

36) beła wextêkî ew cema’etaney dî řeḧmî bewan dahat, çunke ezyetdiraw û biław bûn wekû meřan ke şwanyan nebê.

37) ew demî be şagirdanî xoy gut: «dirwêne zore beła fe’lan kemin».

38) dena le saḧîbî dirwêney tełeb biken ke fe’lan bo dirwêney xoy der bika.