bab 8

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  419 views

1) û wextêkî ew le kêwî hate xwarê, cema’etanî zor wedway wî kewtin.

2) eweta gulêk hat û sicdey lê kird, deygut: «ya řeb eger bitewê detwanî emin pak bikeyewe.»

3) û destî dirêj kird: destî lewî da deygut: «demewê, pak bewe». we cê becê gulêtî wî pak bowe.

4) û yesû’ be wî gut: «hoşyar be, be hîç kes mełê, beła biřo xot be kahîn nîşan bide û ew qurbanîye bere ke mûsa emrî kirduwe bo şayedî leser ewan.»

5) û ke wejûr kefernaḧumê kewt yuzbaşîyek hate kin ewî, lêy pařawe.

6) û deygut: «ya řeb xizmetkarî min de małêda îflîc kewtuwe û ezyetî zor dekêşê.»

7) ew bewî gut: «emin dêm û ewî saẍ dekemewe.»

8) beła yuzbaşî cwabî da û gutî: «ya řeb emin layq nîm ke eto lebin mîçî min wejûr bikewî, beła taqe qiseyekî biłê û xizmetkarî min saẍ debêtewe.»

9) çunke emnîş pyawêkim lebin ḧekemat û ’eskeran be destî xomim heye û be yekêk dełêm biřo û deřwa û be yekî dîke were û dê û be ’ebdî xom ewey bike û deyka.

10) beła wextêkî yesû’ ewey bîst ’ecayb ma û be ewaney ke wedway wî dekewtin kutî: «řastî be engo dełêm: de îsra’îlda lekin hîç kes baweřêkî weha gewrem peyda nekirduwe.

11) û be engo dełêm: ke zoran le řojhełatê û řoj’away dên û leser sifrey degeł îbrahîm û îsḧaq û ye’qûb de padşayetî asmanda řodenîşin»

12) beła mindałanî padşayetî fiřê dedrêne tarîkayî derê lewê giryan û çîřandinî dedanan debê.

13) û yesû’ be yuzbaşî gut: «biřo çilonêkî baweřit kirduwe weha bo to bibê. we her dew se’ateyda xizmetkarî wî saẍ bowe.»

14) û ke yesu’ hate małî pîtros, xesûy wî dî kewtuwe û nobetêdare.

15) û destî le destî wî da û nobetê berî da û hełsita û xizmetî wî dekird.

16) beła wextêkî êwarê bû zor cinnidaranyan hêna kin ewî û řuḧanî be qise der dekird û hemû nexoşanî saẍ kirdewe.

17) hetakû tewaw bibê ew çitey kutrawe be destî eş’îya pêẍember ke dełê: «derdanî mey leser xoy qebûł kird û nexoşyanî mey hełgirt.»

18) beła wextêkî yesû’ ẍełebayîyekî dewrî xoy dî emrî kird ke bipeřnewe ew berî.

19) û xwêndewarêk hate pêşî û be wî gut: «ey mamosta her cêyekî ke biçî wedway to dekewm»

20) û yesû’ bewî gut: «řêwyan kunanyan heye û teyřanî asman hêlanan, beła kuřî însanî cêy nîye ke serî lê dabnê.»

21) û yekî dîke le şagirdanî wî be wî gut: «ya řeb îznim bide ke hewełê biçim û babî xom binêjim»

22) beła yesû’ be wî gut: «wedway min bikewe û le mirduwan geřê ke mirduwanî xoyan binêjin»

23) û ke swarî gemê bû şagirdanî wî wedway kewtin.

24) û eweta gêjîyekî gewre de beḧrêda bû weha ke gemê le şepolan dadepoşra, beła ew nûstibû.

25) û hatne pêşê û ewyan wexeber hêna, deyan gut: «ya řeb xełas bike, hîlak debîn»

26) û ew be wanî gut: «boçî tirsenokin ey kem îmanan? ew demî hełsita û heřeşey le bayan û beḧrê kird û aramîyekî gewre bû.

27) beła xełkî ’ecayb man û deyan gut: «ewe çî cor pyawêke ke bayan û beḧrîş îta’etî wî deken?»

28) û ke hate ew berî bo wiłatî cederyan, dû cinnidaran tûşî wî bûn ke le qebran dehatin, zor har û weha ke hîçkes neydetwanî bew řêye dabbiřê.

29) û eweta qîjandyan deyan gut: «çiman degeł to heye ey kuřî xułay? erê hatûye êre ke le pêş wext ’ezabman bidey?»

30) beła dûr le wan gařanêkî zorî berazan le leweřê bû.

31) û ew cinnane lêy pařanewe deyan gut: «eger emey der bikey bimannêre nêw gařanî berazan»

32) û bewanî gut: «biřon». we ewan weder kewtin û çûne nêw berazan û ‌eweta hemû gařaneke xoyan le ser berejûrê hełdaşte beḧrî û de awêda mirdin.

33) beła berazwanan hełatin û çûne nêw şarî û hemû çitî xeberyan da û çî lew cinnidarane qewmabû.

34) û eweta hemû şarî be peyřewî yesû’ weder kewtin û ke ewyan dî lêy pařanewe ke le serḧedanî wan biřwa.