bab 7

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  662 views

1) ḧukmê meken hetakû leser engo ḧukim nekirê.

2) çunke be ew ḧukmey ke engo ḧukmê biken leser engo ḧukim dekirê û be her pêwaneyekî ke depêwin bo engo depêwrê.

3) boçî puşkey de çawî biratda debînî beła le karîtey de çawî xotda agat lê nîye?

4) yan çilon be birat dełêy: «lêm geřê ke puşkey le çawî to derênim?» û eweta de çawî xotda karîteyek heye.

5) ey řyakar hewełê ew karîtey le çawî xot derêne û ew wextî çak debînî ke puşkey le çawî birat derênî.

6) çitî muqedes be segan meden û mirwaryanî xotan le pêş berazan mawêjin, neba be pêyanî xoyan ewan bişêln û wergeřên û engo bidiřn.

7) tełeb biken û be engo dedrê, ḧewl biden û peyda deken, le derkey biden û bo engo dekirêtewe.

8) çunke her kes ke tełeb bika werdegrê û ewî ke ḧewl bida peyda deka û bo wey ke le derkey bida dekirêtewe.

9) yan kêhe kes le engoye ke eger kuřî wî nanî lê tełeb bika berdêkî be wî deda?

10) yan eger masîyekî lê tełeb bika marêkî be wî deda?

11) dena eger engo ke xirapin dezanin ke dyarîyanî çak be mindałanî xotan biden, çend zyatir babî engo ke de asmandaye çitanî çak deda be ewaney ke lêy tełeb biken.

12) dena her çî ke detanewê ke xełkî degeł engo biken, her waş engo degeł ewan biken, çunke eweye şerî’et û pêẍemberan.

13) le derkey teng wejûr bikewn, çunke berîne ew derkey û pane ew řêy ke bo hîlakî deba û zorin ewaney ke be wê wejûr dekewn.

14) çunke tenge ew derkey û teske ew řêy ke bo jyanî deba û kemin ewaney ke ewî peyda deken.

15) hoşyar bin le pêẍemberanî dirozin ke be cilî meřan dêne kin engo beła de jûrêda gurganî diřinden.

16) le mîwey wan engo ewan denasin. erê le diřwan tirê yan le puşkan hencîran deçnin?

17) her waş her darêkî çak mîwey çak dênê, beła darêkî xirap, mîwey xirap dênê.

18) darêkî çak natwanê mîwey xirap bênê û ne darêkî xirap mîwey çak bênê.

19) her darêkî ke mîwey çak nayenê debřidirê û de awrî dawêjrê.

20) dena le mîwey wan engo ewan denasin.

21) ne her kes ke be min biłê: ya řeb, ya řeb, wejûr padşayetî asman dekewê, beła ewey ke îradey babî min ke de asmandaye becê bênê.

22) zoran dew řojeyda be min dełên: «ya řeb, ya řeb, erê be nêwî to pêẍemberêtîman nekirduwe û be nêwî to cinnanman der nekirduwe û be nêwî to zor quwetanman nekirduwe?»

23) û ew wextey be wan xeber dedem, qet engom nenasîwe û le min dûr bin ey engo bê şer’îkeran.

24) dena her kes ke ew qisaney min bibyê û ewanî becê bênê be pyawêkî ’aqił deşubhêndirê ke małî xoy leser şaxî dirust kird.

25) û baran barî û sêławan hatin û bayan lêdan û lew małîyan xist û neřûxa çunke leser şaxî dandirabû.

26) û her kes ke ew qisaney min bibyê û ewanî becê neyenê be pyawêkî nefam deşubhêndirê ke małî xoy leser xîzî dirust kird.

27) û baran barî û sêławan hatin û bayan lêdan û lew małîyan xist û řûxa û řûxanî wî gewre bû.

28) û bû ke wextêkî yesû’ ew qisaney xełas kirdibû cema’etan le te’lîmî wî mat bûn.

29) çunke ewanî te’lîm deda wekû kesêkî ke ḧîkmatî bê û ne wekû xwêndewaranî wan.