2

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 9 minutes  1060 views

cwamêr bepele le mał hate derê, xoy kird be małî mameřeşeda ke herwa dîwarêkyan beyn bû. ne pyawe ne kiçekey le mał nebûn. betenya jinî xawen mał lewê bû, tikay lê kird ke biçête lay kałêy jinî kewa jan eygirê takû mamanî bo dênê çawî lêwey bê, jine be řûyekî xoşewe diłnyay kird le çûn û agadarîy kałêkirdinî.

ewîş beloqe kołane tengeberekey xoyanî biřî. le diłya pejare û xoşî pêkewe qułpyan eda ewyan bo jan û azarî kałê, emîşyan bo ew minałey ke eyanbê. bêguman mesrefêkî başîşim ebê be tûşewe!

betaybetî xo eger kuř bê ebê ahengî bo bika. way ke xo řizgarkirdin le dest bîrubaweřî kon girane! her êsta em gałtey be eqłî kałê ekird ke kuřî pê xoştire le kiç, keçî wa xoşî bîr lewe ekatewe ke eger kuř bê ahengî bo eka! řenge jin ewende gileyî lê nekirê ke ḧez be kuř zyatir bika le kiç, çunke xoy çêştûyetî, ezanê afret betaybetî lay ême, çend beşxuraw û zorlêkiraw û çewsênrawen. boye hestîkî asayîye ke pêy xoş nebê kizey cergekey le beşe zorlêkirawe çewsênrawekey mirovayetî bê. bełam emî pyawî xwêndewarî têgeyştû, boçî? serêkî bada û leber xoyewe witî:

― keraney em ře’îye bêcêyem şerit bê eger kiçim bibê ahengêkî le hî kuřan xoştirî bo bikem! lepiř henaseyekî hełkêşa û çawêkî bo yekem car, be dewruberî xoya gêřa. serî suř ma le çołîy şeqameke, ew şeqamey êwaranî tir xełk řêçkeyan tya ebest.

seyrtir le hemûş ewebû ke ew xełkey tak û teraş tê epeřîn, lebatî ewey berew mał bibnewe hemû be gurgeloqe řuwew berderkî sera eřoyştin, be çeşnê ke em legeł xêrařoyîn û pelekirdinîşya pêyan ne’egeyşit. yekêk derkewt berew jûr ekşa. her le dûrewe be sere řûtawe û kurtebneyî û qełewîyekeya nasîyewe. xwa çakî kat tofîqe xiřey casûs bem direngî bangî şêwane bo kwê eykutê?

axo wekû segî řaw dûy çi nêçîrêkyan xistuwe? bełam kes dyar nîye ta nêçîr bê. bêguman eçê bo ewey be dyar małêkewe řawestê ta nîweşew jendirme eden be seryana. dey çîyetî be seryewe! serî be gořî babî xoy û aẍaşî. ewe çîyetî řêgakey her leber naçê.

― êwaret baş kak cwamêr. zû ke řenge pya negey!

― be çîya negem?

tofîqe xiře be zerdexeneyekî naşîrîn dane xwaruxêç û be cigere zerdihełgeřawekanî pîşan da û be dengêkî berz witî:

― be piław xwardina gyanekem!

zor pêy giran bû em êskiqurse pîsey hate řê. wekû şitê be nîşaneyekî başî lêk nedayewe. bedbînîyekî seyr daygirt! dengedeng û girmegirim ehat lelay serawe. nextêkî tir pêy hełgirt, girmey bijî û biřûxêy hezaran dengî wek heresî kêwan ehate gwê.

beřastî em jangirtiney kałê debengî kirduwe! çon bîrî nemabû kewa em êwareye leber derkî seraye kê lew kobûnewe û xopîşandanane heye ke lejêr serkirdetî «partî řizgarî»da le çend mangî dwayîda řêk exran! bo geyştine małî mamaneke nizîktirîn řêga şeqamê bû ke be berderkî serada tê epeřî. bełam ta nizîktir ebuwewe lew şeqame, pengawî xełk le serî kołanekana baştir têy egeyand ke le wizey kesa nîye bitwanê diř bew ’eşame bidat û be zûyî û asayî bigate ew şwêney em boy eçêt. îstêkî kird û çawêkî be şepolî xełkekey berdemya gêřa. dîy lew meydane zileda xełkî wek nemam çeqîwin, her ewendeş ecûłênewe ke nemam be bay şemał eşnêtewe.

behařehařî çepłe lêdanî xełkekeda boy derkewt kewa yekêk qiseyan bo ekat bê ewey bizanê çî ełêt. legeł eweşa ewende be tengewe nebû ke gwêy bo hełxat. zorî pele bû.

heta ehat pałepestoy xełkî le dewrî pitir ebû, nextêkî key pê naçê ewîş ebê be nemamê wekû ewanî tir. bełam ne’, nabê em way lê bê! kałê be dem janewe etlêtewe çaweřwanî geřanewey eme, ay çend seyr ebê ta eman egeřênewe kuřêkî cwankełey bûbê! çîye?

hîç seyr nîye! zor jinî koçer her beřêwe minałyan ebê! herçî çonê bê ebê em biçê bedûy mamanekeda û be zûyî bigeřêtewe małê.

paşewpaş geřayewe her çonê bû be hezar ḧał twanî sed hengawêk bête dwawe û xoy bigeyenête tenkaw. şadî û hîwa û bê’aramî wek pelkezêřîney le asmanî diłya dyaryan eda, bełam çawtirûkanêk zyatir pêwey nemayewe. ber lewey çend hengawê be serbestî hełbinê şirîx û hûřî şestîr hemû gyanî hênaye lerzîn, nek her letirsa, zortirî le şipirzeyî û naçarîda.

cestey kałêy hatewe ber çaw çon le jûrekeda gewz edat, giringî fermanekey û tarîkîy encamî dwakewtinî, sedan ewende lela ziltir û aşkiratir bû. be hemû hêzî xoy kewte řakirdin berew serî ew kołaney ke eytiwanî be çend deqîqeyek lêwey pêç bikatewe bo hatnewe ser ew şeqamey eçê bo małî mamaneke lewaye ewêş cimey bê!

başe bo neçê bedûy mamanêkî tira bełam kê enasê? key êsta katî be şwên xełka geřane, eger naçarî nebê? dûr nîye bem axoran û bixorane bacî pîrozîş legełî neyet, kewa nasyawî çend sałey binemałey xezûranî buwe, ber lewey řojgar derbederyan ka.

bêguman hîç mamanêkî nenasyaw her dergaşî bo naqłîşênêtewe lem řojeda.

destiřêjî tazey şestîr û tifeng zincîrey bîrkirdineweyan pisand.

ewendey nexayand hestî be tirpey pêyekî zor kird le dwayewe dê, ke awřî dayewe dî beşê le cemawerî biławe pêkirawî kobûneweke bedûya řa’eken, çend hengawêkyan nemawe bîgenê û lêşî têpeř bin û em taqe řêgayeşî lê bigîrê. çawî biřîye erzeke û hemû guř û hêzî lawêtî daye laqî, bełam hestî ekird xełkeke her lêy nizîk ebûnewe. ewende tirsî lê nîştibû beçeşnê řay ekird etut xełkeke bo girtin ya bo kuştinî ew dûy kewtûn. bełam bêhûde bû be tîlayîy çaw seyrî kird, dî wa hendêk geyştine serî û xerîkin lêşî têpeř bin. lepiř şirîxey şestirêkî nizîk siłemandîyewe pyawêkîş dem be hawarewe le tenîştyewe kewte zewî, nexêr zamar le yek û dû têpeřî kird, serî berz kirdewe bo ew şwêne bigeřê ke şestîrekey lê damezrênra bû.

řuwanî le pencereyekî jêrxanî kitêbxaney giştîda, kewa be çeqî kołanekeda eyřiwanî serî jendirmeyek dyare. bêtirs lûley şestîrekey berdemî be xełka egêřê carubar gullepjênêkî şeqameke eka, sa kê berkewt xoy û bextî! jinêk lewlay emewe pelî minałîkî řa’ekêşa zirîkanî û kewte zewî. şestîreke kip bû, kabray jendirme serîşî be serya şoř kirdibowe keçî ney’eteqand! to biłêy kuştinî jine bêtawaneke û hawarî minałeke şiłejandibêtî? ya miştumiř lenêwan wîjdan û pençeya destî pê kirdibê, wa dûdił der’ekewê! way ke nizîke lêwey êste demançeyekî pê bwaye kasey serî heł’egirt.

neyzanî em dujminayetîye tund û řiqe zore kutupřey leber ew zordarîye bê’endaze û aşkiraye bû ke eydî, ya bo xo řizgarkirdin bû lew metirsîyey ke heřeşey le jyanî xoy û encamî fermanekey ekird!

her çonê bê katî lêkołînewe nebû, helî dest le teqe řagirtinî jendirmekey qostewe bedû qełembazî kar askane xoy geyande pał ew dîwarey şestîrî kabra ney’egirtewe. bełam hêşta em neypeřjabuwe ser eweş ke tenanet be xoşîy řizgar bûn şad bibê, dîy jendirmeyekî tir le pena komełê gunye ke le serbanî mizgewtî beramber be kitêbxaneke řîz kirabû milequtêy bo ekat, herwa nizîkey bîst hengawê bew beryeweye. ḧepesa neyzanî çî bika. eçuwewe ewberî şeqameke ekewte ber nîşanî jendirmey pençerey kitêbxaneke, paşewpaş egeřayewe lêşawî xełkeke wa pengî xwardibowe mawey geřanewey nemabû betirsewe serêkî hełbiřî bo serbazekey beramberî. dî kabray jendirme lûley tifengî arastey em kirduwe!

hemû leşî bû be çaw û ewîşî biřye tifengekey kabra ke merg le kunî lûlekeyewe seretatkêy lê ekird neydezanî çî bika, danîşê?

řabka? ne’, mawey hîç nema, her hîç nema, her hîç, her ewendey pê kira destêkî berew lûley tifengeke berz kirdewe wekû ewey byewê le xoy labda. ya tirs ewendey lê nizîk kirdibowe lay wa bê destî eygatê, ya her le şiłejan û şipirzeyîda bêhoş way kird. teqeye hate gwêy kipbûy, hestî germayîyekî kird le eşkincya, laqî qurs bû, qurs bû, ewende qurs bû herçî guř heye daye xoy boy necûła. dinyay dewr û piştî dyar û nadyar, lenaw tem û mijêka wek lûley tifengêkî yekcar gewre hate pêş çawî, ke heta ehat, be xêrayî birûske piçûk ebowe, ke ew nema emîş betewawî le hoşî xoy çû. tenya şitê ke be mêşkya tê peřî, şêwey kałê û taqe daxê ke le diłî derneçû tasey pêgeyştinewey bû.