3

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 18 minutes  1356 views

cwamêr le bîrkirdineweda geyşte êre muçřikeyekî awdamanî way pya hat ke beyekcarî zincîrey bîrewerîy lêk tirazand, îtir mat û xembar çawî biřîye řêgake û ta geyştine şarî «çi...» ne le dîmenî belada têpeřîwî řêwbana şitêkî taybetî sernicyanî xerîk kird, ne cemserî bîrewerîşî bo dozrayewe ke wekû gułołey ałozawî lê hatbû!

le berdemî dayerey asayşa dabezîn, birdyane jûrê paş se’atê řagirtinî naxoşî piřbêzarî, pençemor û çend wêneyekyan wergirt, nawnîşan û kar û nawî çend nasyaw û xizmêkî nizîkyan lê pirsî û nûsî û desteberyan kird ke nabê be hîç corê şwênî danîştinî xoy bigořê bebê ewey pêşekî agadarî ewan bika. ewsa berełłayan kird.

ke pêy xiste ew dîwî dayereke, bawłe teneke kone biçkołekey destî dana le ser erzeke, çawîkî gêřa be dewr û piştî xoya. yekem car dway de sał xoy dîyewe betenya beserbestî eřwa bê ewey kelepçey le desta bê û yasawłê be sungîyewe le piştîyewe bê! piřbesîyekanî heway pakî hełmijî. zerdexeneyekî tenk, bo çawtirûkanê, çarey tirş û tałî řûnak kirdewe. îtir peroş û bê’aramîy geyştine hîway kuřî û kałêy jinî hemû şitêkî keyan le gyan û mêşkya şardewe. bebê ewey tenanet ew gořîne zorey le şeqameke û xanû û dukanekanî emla û ewlaşya řûy dawe ewendey tozê serincî řakêşin ya gwê bidate dîmenî keje řengawřengekey beramberî, ke caran diłgîrtirîn dîmen bû lelay, kewa awabûnî xor tarayekî erxewanîy cwanîşî besera řakêşabû serî daxist û çawî biřîye çeqî řêgake bebê ewey hîç şitêkî taybetîy tya bedî bika. be gujim û giřêkewe ke hîç le leşî lawazî çaweřwan ne’ekira xoy ekuta berew mał! bîrî lew sersamî û xoşî û geşkeye ekirdewe ke wa be małakirdinî le nakawî eyxate diłî jin û kuřekeyewe. bełam ne’ bê guman hîwa naynasê lêy dûr ekewêtewe, bexêsewe eřwanête em bore zelamey wa xerîke xoy maç eka û destî ekate milî daykî!

beber çawî mêşkya tê epeřê ke kałê be dengêkî kipî be firmêsk awdirawewe bangî eka ... «were hîwa gyan ewe babeye! dey destê bikere milî babe, maçêkî berê dey!» ew bedûdłî û nîweřezawe û emîş be coş û peroşêkî zorewe lêk nizîk ebnewe. hîwa deste xepetołekanî ehawête serşanî. emîş dem enê be lamlyewe, lepêş eweda bikewête hełmijînî, têr têr bonî pêwe ekat! ne’ xo hîwa minałoçke nîye, temenî de sałe, le hemû şitê tê ega. bêguman daykîşî ewende basî emî bo kirduwe her ke çawî pêy kewt pelamarî destî eda maçî eka. bełam em ewende gořawe lewaneye kałêy besezman xoşî neynasêtewe nexwazeła minałêkî wekû hîwa!

lêreda geyşte ser ew kołaney ke ebû pêç bikatewe bo małî xoyan lepiř řeq řawesta û le cêy xoy wişk bû. małî çî û ḧałî çî? mał le kwê mawe? hatewe bîrî kewa zor lemêje lawey amozay boy nûsîwe, jin û kuřekey birdote małî xoyan, jêrxanêkî dawnê û xanokey xoşî bo dawin be kirê. le kirêkey mangî dû dînarî bo em enard ewî keşî le xoyana serf ekird.

her wekû em bîrkirdinewe nakawe le xeyałî dabê û lûtî şikandibê hêz û guř le leşya nema. geřayewe dwawe qaçî be kêş ekird. kewate beyekgeyştinewekeyan hîç ew tam û xoşîyey nabêt ke be dirêjayîy şeş mangî dwayîy zîndanîyekey em xoy bo amade ekat û xeyałî pêwe lê eda. leber çawî lawe û jin û minałekanî lekwê řûy dê ew şitane bika û ew qisaneyan pê biłê ke le diłya gîngile eden? hîç ...

― şitêkî aşkiraye ke tenanet natwanê maçêkî kałêş bika! dey qey çê ka! xo dinya her ew çend deqîqeye nîye ke tyaya bo yekem car, dway de sał, çawyan beyek ekewêtewe. jyanêkî dûr û dirêjyan lepêşe, her ewendey heye ke xwa le çurtim û tawêrî řojgar byanparêzê, bełam zor seyre ... çon bîrî çûbowe, ke lew małeda nemawin. be dirêjayîy çend sał lawe le namekanya basî ewe eka ke hîwa û daykî le małî ewanin pêkewe ejîn. řast milî řêgay girt û ta geyşte bermałî lawe paş nextê sêwdû be destêkî lerzok le dergakey da. dway îstêkî baş kuřêkî heşt no sałe dergay lê kirdewe. ke çawî pêy kewt diłî daxurpa, to biłêy eme hîwa bê! beřastî zor řêy tê eçê ew bê.

gelê şêwey lew wêneyey hîwa eçî ke be minałî gîrawe. ew wêne nazdarey, dway gelê tika û pařanewe lawey amozay bedzî desełatdaranî zîndanewe geyandibûye em, ew wêneyey be dirêjayîy çend sał her ke şewî lê ehat letoy lêfekey derî ehêna û ta xew be lada eybirdewe pêy řa’ebward û bew tîşke geşe hêmne pakjey le çawe řeşe pêkenînyawîyekanî heł’equła tarîkîy zîndanî řoşin ekirdewe, we hêşta dinya tarîk û lêł bû ke le xew řa’epeřî û dîsanewe letwêy lêfekeya bebaşî eyşardewe, bo ewey wek wênekey kałê werdyane canewere diłřeqekanî zîndaneke, le pişkinînêkî nakawa neydoznewe û beber çawî xoyewe wek diřinde parçe parçey neken.

way çi řêkewtêkî xoş ebê hîwa gyan yekem çarey nasyaw bê ke le şarî «çi...» çawî pêy bikewê.

minałeke le bêdengî û serinicdan û waquřmanî «kabra» be endazeyek peşoka xerîk bû dergake daxatewe cwamêrîş leber xoyewe eyut:

hîwa! hîwa! minałeke zyatir şiłeja û heta ehat demuçawî zyatir nîşaney tirsî lê enîşt betaybetî ke dî kabray le dergader destî girtuwe be tay dergakewe nayełê pêwey bidatewe ... be dengêkî piřtirsî nizîktir le hawarewe witî:

― bo qise nakeyt mame biłê çît ewê!

em pirsyare cwamêrî le çing şipirzeyî û bîrkirdinewe řizgar kird be’espayî bebê ewey çaw le kuřekey bitrûkênê pirsî:

― kake lawe le małe?

― minałeke begurcî witî:

― ba biçim bizanim.

tund be hemû hêzî xoy dergakey pêwe da û cwamêrî be ḧepesawî û şermezarî le derê hêştewe û xoşî beřakirdin geřayewe małê.

cwamêr dway ewey girmey dergapêwedanî minałekey le gwêçke řewîyewe, piştî kirde dergake û mat û bêdeng řawesta. ḧezî le dergay daxraw ne’ekird tenanet eger em le dîwî dereweşî bê. wa dyar bû de sałî bendîxane, de sał jyanî naw zîndanî derga xiř daxraw karêkî xirapî kirdibuwe ser mêşkî. çend deqîqeyek weha belay cwamêrewe le çend se’atêk direngitir tê peřî, tirpey řewtêkî nextê giranî lê nizîk buwewe derga kirayewe. lawey amozay, wekû de sał lemewber çonî becê hêştibû herwa sûr û sipî û xirpine û řûgeş. le boşayîy dergakeda westa, tenya gořanêk ke cwamêr le ser û çawya bedîy kird çend mûyekî sipî hełgeřaw bûn, be lacangyewe, kewa lenaw muwe xurmayîyekanî keda seretatkêyekî şerminaneyan ekird! lawe řûyekî kemê girjî tê kird û be dengêkî giřewe, lêy pirsî:

― ha bira çît ewê? emrê, xizmetê?

cwamêr serî suř ma, be zerdexeneyekî kałewe ke her bo ewey bû terîqîy xoy bişarêtewe, witî:

― kake lawe! çon? namnasîtewe, min cwamêrim. qisekey tewaw nekirdibû ke çarey lawe be tewjimî şepołêkî şadmanî geşayewe, be dengêkî piř tase û arezûy be xoşî û giryan awdiraw witî:

― wey cwamêr gyan! lêm bibûre beřastî nemnasîtewe, destyan kirde milî yek û emla û ewlay yektiryan maç kird. lawe destî girt û birdye jûrî mîwan. bedem gileyîyewe pêy wit:

― axir kakî xom. ne’ebû le hatnewet agadarman bikey. bo wa lenakaw ekey be mała, eme îşe?

cwamêr witî:

― xot ezanî ke mangî carêk le bendîxane maweyan edayn name binêrîn bo kesukarman. minîş le nûsrawî serî manga bom nûsîbûyt ke wa lem mangeda řizgarim ebê, îtir betewawîş nem’ezanî bo kwê û key emnêrin ta agadartan bikem. baş bû xwawřastan kirdyan, lemeda bextim hestabuwewe her le xoyanewe bê tika û bê pakane nardyanmewe êre, le paşan lewane bû bişmizanyaye agadarim nekirdinaye, bo ewey tûşî ezêtî be pîrewehatnitan nekem. lawe qisekey le dem qostewe û be zerdexeneyekî tałewe witî:

― ne babe, be pîrewehatnî çî? wa dyare to agat le dinya nîye boçî le tirsî jendirme kes ewêrê derkewê. řenge le de kes yekê lewaney etnasîn le şara nemabin, yan gîrawin û birawin bo zîndanekan, yan hełatûn û çûne şaxî. le ser emrî fermandarî giştî nabê le sê kes zyatir pêkewe bigeřên, şewanîş le se’at heştî êwarewe ta şeşî beyanî çûne derewe qedeẍeye. legeł eweşa em hemû fermane nařewayane karî nekirdote ser çalakîy leşkirî azadkirdinî nîştîmanî ke «li. a. n»y pê ełên, kem şew heye nedat beser şara, řojîş nîye le kołan û kûçekana çend teqemenî û narincokê nehawêjin û zyanêkî zorî gyanî û małî le dujmin neden. lawe em qisaney wek yekêkî bo sikałakirdin zor tînû, hełřişit bo cwamêr, bełam em bêzarane witî:

― to carê waz lem qisane bêne. ewendem lem core qiseye bîstuwe gwêçkem piř buwe! kwa hîwa û daykîm bo bang ke ewe çîye ełêy mîwanî jintan heye wa minit hênaye êre?

lawe wek lenakaw zor diłřeqane birînêkî kułênrabêtewe řengî hełbizřika û girjî û monîyekî azarawî şaławyan bo çarey hêna, bełam ke serî hełbiřî dî çawî cwamêr çi pařanewe û tase û arezûyekî lê heł’equłê. herçî hêz û guř hebû le gyanya daye xoy, bo ewey beşkû bitwanê tirûskeyekî řoşnayî û xoşî bixatewe řûy xoy, bełam her zû tê geyşit ke teqelakey bêsûde boye zîrekane gurc destî girt be çimkî qisekey dwayî cwamêrewe, řast bowe û piştî tê kird û be dengêkî giřî lerzok pêy wit:

― małêkî dirawsêman mîwane ba biçim beşkû destêkyan pêwe binêm.

lawe ke lay cwamêr hate derê îstêkî başî bo kird le dałanekeda ta nextê řeng û řûy hatewe ser xoy ewsa çuwe jûrî danîştinî minałekanî. xeberî hatnewey cwamêrî danê û pêy witin ke çayekyan bo lê binên û nanîş bo herdûkyan hełgirin, ḧemamekeş germ ken bo cwamêr. nextê çawîşî be jûreke û ser û çawî minałekanya gêřa, mêşkî ewende xerîk bû hîçyanî baş bedî ne’ekird, ney’ezanî çend wa emênêtewe eger jinekey neywitaye:

― kewate ba biçim bexêrhatnêkî bikem û bangî keme êre, boçî le dîwexan bê. her ebû le řêwe bithênaye êre xo ew bêgane nîye, kêman heye şermî lê bika?

lawe wekû le xew řast kirabêtewe be jinekey wit:

― ne’ meço ... to meço ... were carê qiseyekit pê biłêm ewsa xom eçim eyhênme em dîw. jinekey birde layekewe çend qiseyekî be gwêçkeya çirpand û geřayewe berew jûrî mîwan.

ke cwamêr betenya le jûrekeda mayewe, legeł ew hemû peroş û bîrewerîye wirûjaweşya neytiwanî serincî xoy labda le gîrsanewe be nawmałî cwan û řêk û giranî dewrupşityewe le diłî xoya witî bêguman êste lawe ḧałî zor başe, em nawmałe benirx û çake bexořayî nîye, minîş tûşî em gaşeye nebûmaye êsta mał û ḧałêkî başim ebû, bełam dyare wekû lawe ne’ebûm ew zîrek bû her zû xoy le bend û bawî mamostayetî řizgar kird. axo êsta xerîkî çî bê.

hejdîhayeke bo xoy le hûye mûye ekatewe! minîş negîramaye û le katî xoşya pêş bixramaye êste manganeyekî başim ebû. way seyre xo min wam zanîwe dêmewe ser serwet û samanî babim ta êste hîç bîrêkim lewe nekirdotewe be çî ejîm! xo fermanberî ewe hîç, bişmewê be pûlêk řam nagirnewe. peroşî çaw pêkewtinewey hîwa û kałê hemû şitêkî lebîr birdûmewe, bem xeyałe dîsanewe hatewe ser basî hîwa û kałê û dîsan hemû şitêkî key lebîr çowe û aramî leber biřayewe!

ke lawe hatewe jûrî mîwan dîy cwamêr destî le piştewe têk ałanduwe û wek řabkat benaw jûrekeda dêt û deçê.

lay cwamêr wa bû ke lawe çuwe ya dest be mîwanekanyanewe binê û em berête ew dîw, yan kuř û jinekey bo bihênî bo em dîw. ke dîy betenya geřayewe û bêdeng le şwênî xoy danîştewe, wexte bû lêk bêtewe.

řûy kirde lawe û be dengêkî berz ke xoşî nasaz û bêcê hate gwêy, şîřanî:

― kwa ewe to boçî çûyte ew dîw? ey minałekanit bo nehêna, min xom pê nagîrê ta mîwanekantan eřon.

laweş zor leserxo bełam be řengêkî zerdihełgeřaw û dengêkî giřî lerzok witî:

― carê to danîşe kakî xom, pişûyek bide, nan exoyn û xot bişo û binû înca ...

cwamêr betûřeyî serî qisekey ledem send û witî:

― pişûy çî û nan xwardinî çî û nûstinî çî? min bo em şitane nehatûme êre, min hîwam ewê, hîway kuřim, emewê bîbînim. emewê bîgirme baweş ... têr têr maçî kem. lepiř dengî kip bû, giryan gerûy girt, wekû bipařêtewe witî:

― gyanekem kake lawe! meyke be gałte diłim ewendey tałe dezûyekî qirçokî pêwe mawe bergey em çeşne gałtane nagirim wa dyare dinya wêranîş bibê to her leser gałte û gepî xotî! kwan minałekanim, bangyan ke, le xew, le xwardin, le hemû şitêkî key dinya zyatir tasey ewan, bîrî ewan ḧez be dîtnî ewan ekem. lawe herçende em hêrşe nakawey cwamêr diłî guşî bełam xoy girt û leserxo pêy wit:

― gyanekem wa dyare baş le qisekem negeyştî, yan řastîyekey min başim tê negeyandî, meseley gałtewgep nîye hîwa û daykî êste lêre nîn boye nemhênane lat.

― ey le kwên? çûn bo małî kê? binêre be dûyana.

― le mangê zyatre çûnete dêy gułan bo małî pûrit.

cwamêr qîjanî witî:

― ey êste çar çîye? kewate nayanbînim?

― çar her eweye êste wekû pêm witî wa bikeyt, nanê bixoyn û biçî xot bişoyt û binûyt û beyanîş yekê enêrim be dûyana.

― ebû pêyan biłêy ke ewende beng nebin betaybetî ke etzanî min em mange zîndanîyekem ebřêtewe!

herçî çonê bê êste çar nîye ebê řawestim ta beyanî. bełam beyanî min xom eçim be dûyana.

lawe wekû şitê matemînîyek daygirt, dway êstêkî baş witî:

― min hîç bebaşî nazanim ke to xot biçî be dûyana, dinyakey axoran û bixorane, toş hemûy yek dû řoje le bendîxane řizgarit buwe. xwa nekirde tûşî çurtimê bibî lewaneye em care beserewe tya biçît!

cwamêr tozê bêdeng bû înca serêkî řaweşan witî:

― řast ekey xo min naşbê bebê agadarkirdinî dayerey asayş le şwênî xom bicûłêm, ca xwa ezanê ewan îznim eden yan ne! başe xêrî pêwe bê, to yekêk binêre, bełam bezûyî, bizane nakirêt her le êstewe bikewîte mişûrxwardnî. beşkû şewekey bikewête řê.

― ey gyanekem pêm newtî beşew çûne derewe qedeẍeye! gazîno û çayxane nîye û kesim pê nadozrêtewe. cige lewey beyanîş ber le se’at şeş kes natwanê le mał bête derê.

― řast ekey kake lawe qisey toye, lêm bibûre beřastî tase û bîrî hîwa wa serî lê têk dawim agam le hîç şitê nemawe. bełam gyanekemî beyanî zû yekêkî başyan binêre be dûda. babe çend parey wîst to dû ewendey biderê min etdemewe her ew pyawetîyeman legeł bika zû biçê û zû byanhênêtewe pêyan biłê le řêga hîç beng nebin.

― parey çî kake? şerim nakey nawî pare ebeyt! carê em îşe hemûy yekdû dînarî tê eçê ke hîç kemałêkî nîye, cige lewe êmemanan eger hezar dînartan bo serf bikeyn le çaketan dernaçîn, êwe le řêgay nîştimana destan le jyan hełgirtuwe, zîndantan dîwe, sałehay sałe le mał û minałî xotan dûr xirawnetewe. le xoşî û azadî bêbeş kirawin. êwe serî êmetan berz kirdotewe. cige leme to amozamî, biřbiřemî min parem bo kêye bo to nebê.

cwamêr beterîqîyewe witî:

― başe babe to xot çonî ezanî be baş wa bike supas!

lawe be zerdexeneyekî piřbezeyîyewe witî:

― kewate ba carê biçim bizanim şêwekeyan bo amade kirdûyn? min zorim birsîye bêguman toş.

ewendey pê neçû lawe geřayewe lay cwamêr, be nextê terîqîyewe pêy wit:

― daxim naçê şêwekeman řûy meclîsî nîye, herwa nextê çêştî nîweřoman mawe, boye pêm witin hêlkewřonêkîşman bo biken û le jûrekey xoşyan boman danên lewê eyxoyn. minałekanîş lewên, ḧez eken çawyan pêt bikewê.

wişey minałekan cwamêrî wek kew çuwan boye paş bêdengîyekî zor înca bîrî kewtewe ke ebê qiseye bika ewsa witî:

― hêlkewřonî pê ne’ewîst ewî hebû bes bû. xot ezanî min le xoma ewende çiłês nebûm, le zîndanîşa ewende maşespî û pyaz û çêştî şêlim û maşênyan dawînê hemû xwardinêkî kem lela fiřnî û fałozeye.

ke çûn bo şêwkirdin, dû afret û çwar minał le jûrewe bûn jinekan kewa dyarbû xoyan bo bexêrhatnî cwamêr amade kirdibû, berzepê le berî hestan, xêzanekey lawe be dengêkî dilêr û demêkî parawewe û afretekey keşyan be dengêkî şermawî bexêrhatnî «kake cwamêr»yan kird. çwar minałekeş, yekêkyan şîrexore bû lenaw bêşkeda pał xirabû giřugałî ekird legeł dû kiçî heşt no sałan, minałî çwaremîş ew kuře bû, ke cwamêr le katî derga kirdineweda be hîway kuřî tê geyîbû. ewîş be dûdłî û terîqîyewe le mame cwamêr çuwe pêşewe piřî kird be destya maçî kird û xêra geřayewe lay daykî û pûrî, kewa bêdeng dûr lew mêzey lawe û cwamêr leberya danîştin bo nanxiwardin, le dewrî semawere zerdekeyan danîştibûn. yekêkyan fûy le semawereke ekird û ewî keşyan pyałey leser sînî řîz ekird.

lawe yeke yeke nawî minałekanî xoy be cwamêr wit. înca begałtewe pêy wit:

― xo pêwîst naka nazdarî xêzanîşim behêy jin xuşkimit pê binasênim!

cwamêr ke nawî behêy bîst wekû şitê tas birdîyewe, çon ew jine kutukwêre řeqełe pêst be êskewe nûsawe ew behê şox û şenge řûmet peřey gułeye ke paş de sał şûkirdinîş le cwanekanî şar ejmêrdira!

cwamêr xoy pê negîra be’espayî le lawey pirsî:

― erê beřast ewe behê boçî way lê hatuwe?

lawe beserbadanêkewe witî:

― eger bê’ar nebwaye eweşî ne’ema! carê ba nanekeman bixoyn ewsa baseket bo egêřmewe. namewê le êstewe diłit bigirim. ke çûyte jûrekey xot lewê beserpêwe basî «behê»şit bo egêřmewe çunke wa dyare mandûyt xewt dê, cige leweş ełêy pêş nûstin xom eşom.