1

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 8 minutes  2062 views

leř û lawaz û şiřołe, le beşî pêşewey pasêka, lenêwan lêxuř û jendirmeyekî lozendera danîşênrabû, destî řastî legeł destî çepî jendirmeke kelepçe kirabû. otmobîlekeşyan hełtek hełtek řêgey piř le hewraz û nişêwî şarî «çi...»y girtibuwe ber, ewîş bîrî nesrewtî wekû wêł esûřayewe, bê ewey be şitêkewe bigîrsêtewe, yan yekêk lew dîmenaney wekû sînema beser perdey mêşk û be berdemya tê epeřîn serincêkî řakêşin. gêrmekêşey dyar û nadyarî duwařoj û řûdawî naxoş û piř bîrewerîy řaburdû le serya wek pûreheng wirûjabûn, kas û wiřyan kirdibû, ne eyzanî çareye bo ewyan bidozêtewe, ne eşîtwanî xoy le des emyan řizgar bikat. ta beřêkewt le hełtekandinêkî tundî utmobîleke û, le awêney berdemî lêxuřekeda, çareyekî bedî kird. gurc dû çawî kałî meng sernicyan qostewe ke le hemû endamêkî key, kemtir sałanî zîndanî karyan tê kirdibû. ew çawaney sedan car le awêney řîş taşînekeya dîwnî ne hîç hestêkî taybetîyan tya bizwanduwe û ne emîş bayexêkî taybetî dawnê. bełam em care geyşte firyay le giringitrîn şita ke lew kateda pêwîstî pêy hebû, ke ewîş xodozînewe bû. bełam lêreşa bîrî awarey hîç mawey lêkołîneweyekî řêkupêkî neda, herwekû çawekanî nawnîşane bûbin řêgeyekî hełekirdûy pê dozîbêtewe, wek melêkî zamdar lepiř kone hêlaneyekî bêtewe bîr, berî hemû ew xodozîneweyey bewe derçû ke be pelepřûzê xoy bigeyenêtewe telarî bilûrînî yadgar, yadgarî pêş gîran û zîndanî. bełam lewêşa ewende bexoşî řay nebuward, çunke şwênêkî taybetî û katêkî dyar wek kareba diłyan be kêş ekird ke ewaneş heman şwên û katî gorîn bûn ke be dirêjayîy jyanî bendîxaney teqelay lebîrxobirdineweyanî eda.

herçende nizîkey de sał lewepêş bûbû, legeł eweşa zor be řûnî û dyarî ehatne pêş çawî mêşkî. nek herwekû beserhatê dwênê řûy dabêt, ne bigre wekû qewmawêk ke lew kateda leberçawî biqewmê:

deme demî êware bû, ba le asmanî ałoz û lêłî payza pełehewre pirş û biławekanî dagirtibû, xerîkî gilêrkirdineweyan bû. leser erzîş gełay zerdî leman bêzarî gełařêzanî le dar û dirext ekirdewe û be givegvêkî piř tûře û tiřoyî û fîzewe řapêçî ekirdin û pêş xoy edan.

nawbenawîş bêdengîyekî pejarawî. wek le givegiv bêzar bûbêt, eyda le lûtî pîreba û kip û demkutî ekird.

le xanûyekî xincîlaneda le geřekî «s...» le şarî «çi...» le jûrêkî sade û pak û diłgîra ke dû pençerey gewrey beser baxçeyekî biçkoley hêşta baş řêknexraw û be gełařêzanî payz zerd hełgeřawa eyřiwanî, û hemû kelupelî jûreke birîtî bû le çarpayekî dû kesîy asin legeł bała’awêneyekî pêçkedar, kewa le qujbinî jûrekeda danrabû legeł pêxewêkîş kewa leser erzeke řaxrabû, jinêkî minałkarî xwênşîrîn kewtibû, şaławî azar řûy geşî girj kirdibû. mêrde lawe barîkełekeşî lejûr serî danîştibû, bezeyî le çarey ebarî. zor be’espayî û wiryatir lewey dest berê bo pişkoy agir destî be pirçe řeşe xawekeya ehêna. bê tirûkandin çawe kałe mengekanî biřîbuwe birjange şaşe dirêje hełgeřawekanî kewa carubar hêrşî jan, be girjkirdnî nawçewane nextê berzekey, be’astem leser çawe cwane řeşekanî lay ebird. be dengêkî wek çirpe be jinekey wit:

«hîç nîye gyane! nextê dan be xota bigre, demêke nazê řoyştuwe. ebê mamaneke bendî kirdibê lay xoy, yan her lewaneye le mał nebûbê û çaweřêy bika. bêguman êstake beřêwen ...» egerçî jine hîç nîşaneyekî selmandin ya neselmandin, bigre hî gwê girtinîşî lê der nekewt, bełam wa dyar bû em qisane peroş û çaweřwanîy mêrdeşyan kem nekirdewe, çunke her gurc dway eme witî:

― baştir eweye xom biçim be dwayana, neweka direngtiryan pê biçê! ke jine em qiseyey dwayî bîst be dengêkî beriztir lewey lêy řeçaw bikirêt qîjanî witî:

― ne gyane! meke, be cêm mehêle! to biřoyt min le tirsana şêt ebim!

nextê bêdeng bûn. jine henaseyekî hełkêşa û be zerdexeneyekî be azar û jakawewe, kewa le çawe řeşekanya pitir dyarî eda ta lêwe wişke şîndageřawekanî, witî:

― çendim ḧez ekird kuřêkman bwaye!

jine qisekey pê biřî, dway henaseyekî qûł hełkêşan witî:

― xwaye be naşkurîm lê negrî! zor naxoşe dway em hemû jan û azare kiçim bibê!

mêrde wekû taze lew qisekey geyştibê, be tûřeyîyekî kutupřî sardewe witî:

― kuř çîye û kiç çîye? em qiseye zor le eqił û jîrîy to be dûr ezanim, lam waye azar serî lê şêwandûyt, egîna key to wa koneperist bûy!

jine demî kirdewe qise bika mêrdekey be’espayî destî xiste ser lêwe wişkekanî û witî:

― bese tu xwa kałê gyan bem çeşne xeyałane diłî xot azar mede, be lay minewe her to xoş bît û zû řizgarit bibê îtir kuř û kiçim la wekû yeke.

jine serêkî bada. wekû be qisekey baweř neka. gurc mêrde witî:

― be řastî zoryan pê çû! betewawî tamî tya nema. le hemûy baştir eweye xom biçim be şwênyana, neweka tûşî şitê bûbin.

― jan û azar pitir şaławyan bo jine hêna. dwa tirûskey xoşîyan le çareya nehêşt. danî çeqane lêwî ke mawey hawar û qîjey neda. areqe beser çaw û lamlya ehate xwarewe zenguł zenguł. mêrde diłî guşra, bê aramî û şipirzeyî û dûdłîyekî tewaw gemaroyan da. le jûrekeda destî kird be hatuço be corêk ke zyatir le loqekirdin eçû ta pyasekirdin! peytapeytaş temaşay se’atekey meçekî ekird.

ewende şiłeja bû ney’ezanî se’ateke le cêgey xoy westawe ya řa’ekat.

eywîst şitê bika, her şitê bê, be her nirxê bikewête serî qey naka be mercê kałê lem jan û azare řizgar kat, bełam hîçî le wizeda nebû.

heta ehat zyatir hestî be hełey xoy ekird, ke çon nazêy nard be dûy mamanekeda û xoy neçû be fiřkanê swarî ’arebaneyekî bika û bîhênêt... îsteş neçuwe biçê.

çon êsta biçê! ey kałê be dyar kêwe becê bihêłê be dem azarewe gewz bidat betenya, kesê nebê qumê awî bika be demyewe, řenge, çî?

xwa nekirde! řenge bełê řenge bimrê! hey hawar xwaye şitî way legeł nekey, way serî teqî, lepiř le daxana le bêdesełatîy xoy neřanî:

― be řastî em jane şitêkî bêcê û nařewaye! of xwaye em azardane çi manayekî tyaye?

jine ewendey le twanaya bû tirş û tałîy çarey piř’azarî xaw kirdewe û be dengêkî wek sirpe witî:

ne tu xwa cwamêr gyan qisey wa meke, çon diłit dê wa ełêyt, gwaye bûnî însanêk azar emende nahênê? na, gyane, bezeyî be hełet nebat, hatne dinyay însanêk gelê lemeş zyatir jan heł’egrê!

mêrde be tewsêkewe witî:

― małî babit kawil bê, êsteş le qise nesteqekenit nakewî, başe de bîxo, boxot her gîngiłe bide be dem janewe!

mêrde bê’aramî geyşte ewpeřî, îtir xoy pê řagîr nekira, biřyarî da ke xoy biçê be dûy mamanekeda herçî eqewmê biqewmê be dengêkî berz witî:

― bêguman şitêkyan beser hatuwe! egîna ta êsta her ehatnewe.

małekeyan lêrewe her çarekê bîst deqîqe ebê!

xom eřom her êsta be ’erebane eyanhênim û egeřêmewe. be hîç corê nîw se’atim pê naçê. sehûm kird ebû zûtir biçim, êsta lemêj bû geřabûmewe.

(dengî nizim kirdewe wekû leber xoyewe qise bika):

way ke pyaw be lêqewman kize! ewe bo çî wa serim lê şêwa! xo her betewawî kwêr û keř bûm. wam ezanî be taqî tenya xom û kałê heyn le dunyada. ya lenaw deryayekî bê payanda be cûte lêman qewmawe. hîç ew dirawsê başanem bîr nebû, ke beher kesêkyanim bigutaye amade bûn be xoyan û jin û kiçyanewe bên be dyar kałêwe danîşin ya biçin mamanî lebnî dinyawe bo bihênin.

(dengî nextê berz kirdewe û witî):

her êsta eçim bo małî mame řeşey dirawsêman kiçekeyanit bo enêrim bo hawdengî. ya baştir eweye daykî bêt, řenge destî mamanîşî hebê.

her çonê bê ew le kiçekey şarezatre lem karaneda. xoşim eçim bedûy bacî pîrozî mamana. eger ewîş nebû yekêkî tir, nîw se’atim pê naçê.

jine wîstî qise bikat, bełam mêrde gwêy nedaye witî:

― xwat legeł her êste egeřêmewe.