ẍerq bûm ez di ẍema ’işqê di weqtê seḧerî bû

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  484 views
ẍerq bûm ez di ẍema ’işqê di weqtê seḧerî bû
ku tecellayê cemalê ji misalê beşerî bû
ne ji lewnê beşeran min dîye lê dêm zerî bû
ez dibêm rûḧê qudis bû bi xwe ya ḧûr û perî bû
lew bi ḧusin û nezerê řemzek ji siřa qederî bû
xemrîyên seyr li dêm ḧelqe li dora qemerî bû
sed xedeng dane ceger sîne ji zerbê bi kerî bû
li me êş û eleman zêde ji tîra qecerî bû
dil ji me bûye pelek can û cesed têk seqerî bû
lew me şeb ta bi seḧer naleye wek muẍnî û ’ûdê
senema suř ji semed şewq ji ḧeq daye wicûdê
ger ’ezazîlî bidîta nedbir ẍeyrî sucûdê
nezerek wê beşerê leb şekerê ḧûrsiriştê
nadirim ez bi mey û kewser û ḧûrên di bihşitê
ê dîyî ew bi xwe carek di ’ecîbim ku bi hiş tê
te ji wan qews û kevanan, çi xedengin di bi weş tê
ewe min şafîyê derdan me çi ḧacet bi nivşitê
ger bikit ḧusin û cemala xwe tecella di kiniştê
dibtin beytê qudus ehlê zyaret ji ḧebeş tê
sîne butxaneye îro me ji dêm û qed û qiştê
bi dilê sade çi kim ez ku tecella neghiştî!?
ewe min qibleyê cebhet di qyam û di qu’ûdê
senema suř ji semed şewq ji ḧeq daye wicûdê
ger ’ezazîlî bidîta nedbir ẍeyrî sucûdê
qibleya ehlê dilan ger biktin keşif cemalê
ya tecella ke ji ber tac û peřan qewsê hilalê
kî bi dil kafre ê secde nebit cebhet û xalê
ya nedit şehde bi ayat di wê weqit û mecalê
«lîlة alqidirArabic»e bi min ew se’et û ’îde di salê
şefqe kir perde hilanî seḧerê şox û şepalê
eyîsî dêm ji enwar û suřê şubhî şemalê
meşşiha mest û şekerleb bi me da mey ji peyalê
negham secde bibim puř xeclîm ez ji wisalê
hadrî berqê li dil da ji tecella û şuhûdê
senema suř ji semed şewq ji ḧeq daye wicûdê
ger ’ezazîlî bidîta nedbir ẍeyrî sucûdê
řuhnîya çeşim û çiraya me nizam hêj di bîrim
ku di zindan û ḧebsixaneyê wê bend û esîrim
ji xedengên qecerî sîne tejî gezme û tîrim
dil di nêv ḧelqeyê zulfa syeha bû ji ’ebîrim
têk perîşanê lef û şetrî û tayên ji ḧerîrim
tu heyî min di dinê lew di dinê begler û mîrim
zêř û mal er çi nedîrim te didîrim ne feqîrim
ji evîna te şepalê di şevan şubhî nedîrim
ji lebê le’lê şekerbarê te wek şekker û şîrim
me ji ser ta bi qedem suhtine wek ateş û ’ûdê
senema suř ji semed şewq ji ḧeq daye wicûdê
ger ’ezazîlî bidîta nedbir ẍeyrî sucûdê
bê ḧisab şox û şepalê li melêPen name qehir û ẍedir kir
ne em anîne xeyalê ne li ḧalê me nezer kir
qet nekir şefqe, libasê ẍezebê zêde di ber kir
’illeta cewr û cefa û elemê cih li ceger kir
’ellandîn di firaqê sitemê sîne biker kir
ah ḧetta mirnê ev ji me řa daẍ û keser kir
sefera şam û ’iraqê li me xweş lazim û fer kir
bi me da jehir û reqîban di devî şehd û şeker kir
em bûyîn pêt û peřeng lew ji wisalê me ḧezer kir
nazk û neyşeker û xûb û şirîn qedid û xudûdê
senema suř ji semed şewq ji ḧeq daye wicûdê
ger ’ezazîlî bidîta nedbir ẍeyrî sucûdê