«sibaḧ alxîr»

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  970 views
«sebaḧu alْxîrArabic» xanê min, şehê şîrîn zebanê min
tuyî řûḧ û řewanê min, bibit qurban te canê min
«ti’alî alilhArabic» çi zatî tu, çi wê şîrîn sifatî tu!
ne wek qend û nebatî tu, yeqîn rûḧ û ḧeyatî tu
ḧeyat û raḧeta canim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
«sebaḧu alْxîrArabic» mesta min, letîfa cam bi desta min
xumar û mey peresta min, tuyî meqsûd û qesta min
ji meqsûdan tuyî bes min, bibin ber çerxê etles min
ji ẍeyrê te nevêt kes min, bi řeştozên muqewwes min
di benda zulfê çewganim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
ji wê zulfê ji wê bendê, řeha bim lê ji peywendê
syeh çeşmê sipî zendê, te suhtim şubhetî fendê
şubî şem’ û şemalim ez, ji ber ḧubba te lalim ez
ze’îfim wek hilalim ez, sifet goyîn dikalim ez
v bulbul řa bi efẍanim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
v bulbul řa şev û řojê, li ser wê terḧ û bişkojê
enî mahê şefeq řojê, te suhtim şubhetî dojê
ku dûrim ez ji wê ḧûrê, tinê carek li ser sûrê
ji wadî eymena tûrê, tecella kir di nêv nûrê
ji wê suhtî dil û canim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
ji ḧusna wê tecellayê, yedê beyza û balayê
çi wesfan bêm xeber nayê, welê dil cezbeyê dayê
ne hişyarim ji wê berqê, ji zertacê li ser ferqê
sipêde da heta şerqê, belê na’êxmê ferqê
ji zerbê ’işqê nalanim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
zerîfî nazkî şengî, sifet ḧûrî perî řengî
bi řojê řa tu hevdengî, du řeştozên syeh yengî
kişandin lê ne wek caran, xedengên qewsê nûbaran
ji řengê şîr û mûkaran, řeşandin sîne wek baran
ji wê zerbê puř êşanim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
veke carek xet û xalan, li ser wan mesned û palan
bixûne lê me ’ebdalan, bibînîn ’îd û sersalan
icazet dî me destûrê, perî řengê sifet ḧûrê
di nêva zulmet û nûrê, binûşîn mey di ferfûrê
ji dil talanê xalanim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
ji şehkasa ku qerqef tê, meya nûrîn muşerref tê
nişanek dilberê keftê, ji bo min her seḧer xef tê
ji wê camê dinûşim ez, seḧer lew ney li hûşim ez
ji ’amê lê dipûşim ez, bi can her lê dikûşim ez
ku ẍalb mest û sekiranim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê
were pêşber melaPen nameyê xwe, şehîd û mubtelayê xwe
bi şefqet ke liqayê xwe, mela nemirit bi dayê xwe
mesîḧayî li bîmaran, kesê geztî du řeşmaran
şehîdên şîr û mûkaran, kirî amancê nûbaran
li dîdara te ḧeyranim, «sebaḧu alْxîr ya xanimArabic»
were bînahîya çehvan, bibînim bejin û balayê