yarê me puř nîşan û suř, sîma ji duř dêm kewkebe

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  375 views
yarê me puř nîşan û suř, sîma ji duř dêm kewkebe
ew leb şeker nazk beşer, cebhet seḧer kakul şebe
şeb kakule xal filfile, çîn sunbule dava dile
min ẍefletê dî qibletê, wek mah di tîsa ẍebẍebeAlternative Versions: wek mahê nîşan ẍebẍebe
min dî bi xef suḧbet bi def, şahê bi xefAlternative Versions: necef fincan di kef
nûnên ji yengAlternative Versions: nûnê kujî berdan xedeng, wê puř ji tengAlternative Versions: wê puř jeng şîrîn lebe
di’anî zuhûr dêmê bi nûr, xalên di hûr cama tehûr
saqî werîn cama zerîn, ew suř şirîn cam meşrebe
xal û xetê şox qametê, me ji vê kitêb û destixetê
herdem ji new dil feyze ew, ev ’işq û sewda mezhebeAlternative Versions: mewhebe
min bê qedar ev siř veşar, ’işqa ẍedar suhtî sitar
mihra butan xal û xetan, sendûqe canAlternative Versions: xan û meqlebe
dêmê bi xal ew nûn û dal, ismê celal bejna şepal
yekta elf nayê wesif, min ’eqlê tiflê mezhebeAlternative Versions: mektebe
ḧetta nemam salk temam, şîrîn kelam ma da me cam
bê cehd qet tên emir û xet, her çi ku metleb mensebe
dermandeyîm ḧeyran teyîm, pîraneyîmAlternative Versions: perwaneyîm, mîrane xweş bendeyîm
zaza bi siř dil jêm vekir, derḧeq me piř erzan mebe
bergên gulê ew miske lê, hûr hûr welê derḧeq melêPen name
bê perde û xweş me’de û, yek we’de û puř şefqe be