ger çi bulbul cewherê zatê gule

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  463 views
ger çi bulbul cewherê zatê gule
lê gulê řewneq ji ’işqa bulbule
guh de zikirê ḧal û cûşa badeyê
wê bi bulbul řa dixûnit bulbule
sûsnan sed řeng avêhtin kemend
wan nego dil bendê tayek sunbule
sunbulan seywan li dêmî taze kir
aftab îro di burca sunbule
qet veřêkî vî demî ḧazir dibit
qisseya feslê ne karê sunbule
’er’era řengîn ji tayê sor û zerAlternative Versions: ji ḧusnê kemmilîn
qumrîyan sed řengî şîrîn ẍulẍule
řemzeya ’işqê ji bala hate xwar
qudsîyan avêhte çerxê ẍulẍule
min ji dil nasûrekî da hestîyan
«lacirimArabic» hêj neş’eya daẍa kule
bulbul û perwane û fesil û demin
cinsê ’işqa min tinê derdê kule
nêrgiza nazk qeda û şehlaya mest
dîn kirim ez bulbulan sewda gule
teb’ê lam’ weş ji minnet bulḧesen
min di dest da «zu alifqarArabic» û duldule
’eşqerêAlternative Versions: eşqerê bed fi’lê çî hîkir ’eceb
«bark alilhArabic» xweş bezî hespê qule
zulf û biskan puř ji min dil bir belê
řişteya canê melêPen name ew kakuleAlternative Versions: lew ji wan daẍ û birînan dil kule