turreya tabdar ’enber ke

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  348 views
turreya tabdar ’enber ke
xemrîyên şeng misk ezfer ke
li gulan misk û ’enberê biřeşîn
ji gulavê cinesrîyan teř ke
kesk û sorên ji řengê qews quzeḧ
ji serapa gulav û mawer ke
surme pûşîn suřê bi ser kil de
’aqlan lê xerab û ebter ke
her seḧer destekê ji nû wergir
’er’erê têkda seraser ke
qed û qama şirîn û nazk û teř
lê seraser bifeslîn û kerker ke
nêrgizên sergiran hilîn carek
du qiranan li yek beraber ke
tu bimeş kok li ser derê qesrê
bi xwe kokî li şah û qeyser ke
were wek řoj bi ser derê kelhê
’alemê têkda munewwer ke
wek gula zer ji bo serwa te mirim
me bi qurbanî xwe wek gula zer ke
wek gula zer di buẍçeya teme ez
tu me têkil xwe wek gula zer ke
zahdê hişk tebi’ sewdaye
bi du caman tebî’etî teř ke
were carek tu derê lutfê veke
me bi qurbanî têk xencer ke
veke carek bi xende şekkerê teng
têk misra me qend û şekker ke
pê li ser dîdeyên melêPen name dayîn
xelweya sûfîyan munewwer ke
xet û xalan nişanî nişanî de
me ji navê xwe řa bi defter ke