řemzên te di canan ne bi endaze dirazin

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  391 views
řemzên te di canan ne bi endaze dirazin
her yek bi hezar řeng řewanê me dixiwazin
wan derbe li canê me wekî berq û birûskan
řemzên te di canan ne tinê sînegudazin
cana ji cefaya te û zulmê çi xeber dîn
ku tîr ji cewra te di dil da me bi gazin
perwane û bulbul bi diln şu’leyê ’işqê
lê ger tu nezer dî bi xwe ew gulşenê řazin
peyweste di weslê ku dimînin bi seraser
bişkoj û tilsim û wereq û netirk û bazin
subbûḧî û quddûsî û ḧûrên di bihşitê
peyweste şebê qedrê liqaya te dixiwazin
sunbul bi sema tên û gulan perde diřandin
bişkiftine alal û hişîn bûne terazin
cobar di řewanin çemenan terḧ cwanin
mestane bi řef řef li kinaran sî û qazin
her yek bi temaşagehê ḧusna te ji her ca
teşbîhî nigaran bi cemala te dinazin
tîran li me dit dost me tê sîne hedef kir
nazan li me kit yarê me zarî û nyazin
miḧrabê du ebrû ku ji bala ve xuya bin
der secdegehê ’işqê nyazê me nemazin
ger ḧusin û meḧebbet bi sera perdeyê can bin
geh şah û geda, geh bi xwe meḧmûd û eyazin
ev ḧûr û perî çihre, but û latê cemalê
der sûretê teḧqîq melaPen name, ’eynî mecazin