’îde û da ’alemê bangê sefayê xas û ’am

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  446 views
’îde û da ’alemê bangê sefayê xas û ’am
mahê new ebrû numandin çû ji ber ’ewr û ẍemam
xweş bi dor camê işaret kir hilalê saqîyan
mahtabên zuhresîma çardeh salî temam
name tey kir rûzeyê ’îdê vekir fesla meyê
lê bi zimzim tên bi awazê ney û fincan û cam
şahdên gul řeng saqî belkî nesrînin beşer
ê di libsê erẍewanî nêrgizên ’er’er xeram
ya reb ew řûḧin mucessem yan misalê řûḧin ew
lew bi ser caman dibexşin nazkên şîrîn kelam
ew çi ’alî gewherin hatin libasê cisim û can
’işweyên wan şubhî iksîrê di qelbanin meqam
wek melêPen name gavek tinê ẍa’ib ji dîdara te bim
wer bibim wê sa’etê lê bin ji min da sed selam