şerbeta lam û bêyan ez bi ḧeyatê nadim

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  467 views
şerbeta lam û bêyan ez bi ḧeyatê nadim
badeya le’lê bi ava zulumatê nadim
ḧûr û wildan û perî cumle cema bin îro
mûyekê pê ji xetê wê but wilatê nadim
ger bidit destî tewafa pê û destan bigirim
wê mecalê bi wuqûfa ’erefatê nadim
ez û yar ger şevekê herdu hem aẍûş bibîn
«lîlة alqidirArabic»e me ew şev bi beratê nadim
canê şîrîn ku ji yar řa bi xudan ez dikirim
ne bi yarê xwe di weqtê sekeratê nadim
ne bi qanûn ku işaret bi şifayê bikirit
ez hilaka xwe di ’işqê bi necatê nadim
şerbeta zehrê helahil ku ḧebîbê me bidit
bi gulab û şeker û qend û nebatê nadim
telbe kir wesil ji dilber m bi ’inwanê zekat
go: tu ’ebdî û bi ’ebdê xwe zekatê nadim!
dê bi peykî bikirîn mat reqîbî dîsa
bi řux û fîl û feres ez şeh û matê nadim
di semaya seḧerê dest bi kes dî îro
ẍeyrî şîrîn qed û mewzûn ḧerekatê nadim
hate destê me di reqsê û digo: bil ji melê
dest bi kes dî di semaya ku melaPen name tê nadim!