dil ji ’ilacê ku bider kit mizac

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  582 views
dil ji ’ilacê ku bider kit mizac
dê ji lebê noşê ’eta bit ’ilac
ayîneyê camê cehanbînê cem
badeyê le’leyne di cama zucac
ji avê ḧeyatê bi me da şerbetek
zinde kirîn ma ji ’edû řa neşac
bende kirim ger çi şebeh fîl bûm
sîmbera sa’d û bazû ji ’ac
exterê iqbal û mehê burcê bext
mihir û siphir û kemer û text û tac
kûsê ku hingavtî bi şahî li text
padşehan neqdê řewan da xerac
xusrewê şîrînê li derbendê ḧusin
sîmberan lazme lê muhir û bac
sikkeyê şi’rê me bi navê te hat
lew bi ’eyarê di cehan da řewac
abê řewan min dîye şi’ra melaPen name
«yunْkeru lîlma’ lîsu’î alْmîzacArabic»