qesîdey basî xelqî beşer û ’alemîda «ئەەلەسْtu bîrebîّkumْ»

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 5 minutes  342 views
dwênê şew çerxî zumeřředeyn řeng
piř le exter bû eyanda piřşeng
xêwetî şînî şewî piř sena
bergî zêřînî beserda kişa
le şu’ley mangî taze hełatû
řûnak bû dinya û şewî dehatû
nesîmî řeḧmet sirwey cuławe
gułşenî me’na pakî jyawe
baranî eltaf lelayen yarî
beser dirextan wird wird ebarî
meclîsî ’eyşî řoḧanyan bû
sirûr û bezmî îmanyan bû
mutrîb teraney weḧdetî lêda
neẍmey dûrneway kîsretî lêda
saqî meḧbûbî çwarde sałe
eyda be meclîs meyî dû sałe
bê ḧerf û seda hat bangî «ئەەلەسْtْArabic»
gwêy me’na piř bû meclîs hemû mest
bulbulan neẍmey «qalwa bilîArabic» go
şorî bendegî kewte naw hemû
ẍulẍulî biłê ke coşî hêna
piřî kird hemû gunbedî mîna
zeřřey zuřîyet le řoja gum bû
têkeł be aw û giłî adem bû
nûrî can kewte naw cîsmî xakî
lenaw tarîkî win bû řûnakî
murşîdî kamîl, eḧmedî muxtar
kewte teblîẍat be emrî cebbar
dû de’wetî kird, yek xas û yek ’am
bo her de’wetê new’ê le te’am
«û ma xilqit alcin û alٲniseArabic»
de’wetî ’ame bo herdû cînse
her bo ’îbadet xułqawin herdû
ḧetme bendegî leser min û tû
teklîfî duwem xasî xasane
her kes hełgirî barî emane
«ana ’irzina alamanةArabic» xuda
xîtab be erz û cîbal û sema
hemûy îbay kird lem bare girane
gutyan hełgirî eme nezane
beşer hate pêş bo îta’ey emir
tozê řawesta le meqamî sebir
şanî hîmmetî xiste jêr barî
çî bû em bare ew ’eşqî barî
zułmî le xoy kird cahîl bû beşer
leber nezanî lêy nekird ḧezer
çî bû em ’eşqe miḧebetułłah
kewte naw dił û serî ehłułłah
em new’e diłe bû be ’erşî şa
xawenî ejî «kîfma yişa’Arabic»
serî piř şorî piř bû le me’na
qabîl be tacî «wilqid kirminaArabic»
em dû sîfate bem ’eşqe gořa
her yek be ziddî xoya esûřa
zułim û cehlî bû be ’edil û be ’îlim
qehir û ẍezebî hemû bû be ḧîlim
le perdey ẍeyba ’edil û dad ke hat
zułim derpeřî her lecê hełat
’elemî ’îlmîş katî hejare
ewendem zanî cehil nemawe
tebîbî derdî bîmarane ’eşq
uristo û suqrat hem luqmane ’eşq
emca têkeł bû cîlwey cîlwey le însan
le řeg û goşt û pêst û hem êsqan
her kes be new’ê serfyan kird le kar
le ẍeyrî cêy xoy, řoyî be xesar
legeł şehwet û ḧîrs û arezû
em cîlwe nûre ḧeyf têkeł bû
yek hat em ’eşqey serfî jinan kird
lezetî ’umrî řehnî zeman kird
yek day be mał û be genc û pare
bo pare cergî ebû sed pare
yek day be mayn û esp û meřumał
yek be meḧbûbî şoxî çwardesał
emane hemû tîryan xeta bû
hedefyan win kird karyan heba bû
îlla mirdinî xwa pêdawekan
tîrî muradyan zû day le nîşan
ẍezay řoḧyan zîkirî nawî yar
dił meşẍûłî yar, dest meşẍûłî kar
sefer der weten karî ewane
ser beser ejno, geştî cîhane
mestî meyxaney weḧdetin hemû
dûr le xumarî kîsretin hemû
çawyan be nûrî xuda řûnake
le çawî serî boye bêbake
çawî axirbîn, çawî însane
çawî axuřbîn, çawî ḧeywane
xasekan çawyan le axîrete
’amekan çawyan her le lezete
lezzetî terkî lezet nazanin
esîrî nefsin, her wek ḧeywanin
şêr merdanî cengełî wefa
le řêy em ’eşqe zoryan dî sefa
mucahîdanî nefsî emmare
panyan kirdewe serî em mare
bû be «lewwame» ke zînd buwewe
emcareşî kuşt, ta meḧu buwewe
carî sêyemîn serî hełêna
bih «mitmi’inةArabic» nawî le xoy na
emca qabîl bû be de’wetî yar
emrî «arci’îArabic» sadîr bû yekcar
zemanî dûrî le yar dwayî hat
řêgey wîsalî dayê be xełat
weswesey řeqîb le beyna nema
şořşî ’eşq agirî hełgîrsa
emca tecella cîlwey kewte kar
şu’leyî da be naw diłî huşyar
saẍîr piř mey bû lêy eřjayewe
xoy nema axîr bes mey mayewe
bem giřey nûre, cîsim û dił sûtan
ẍeyrî ḧeq hemû fanî bû neman
yekê ke neyma nawwinîşanî
ne’rey lê hełsa dengî «sibḧanîArabic»
mestî meyxaney «sibḧan alilhArabic» bû
le «sibḧanîArabic»da xoy bê agah bû
yekê be şorî «ٲناالحەقArabic» goyan
zemzemey xiste naw hemû cîhan
axîr em şore birdî bo ser dar
leser em dare kirdî be serdar
nezerî eman ’eynî eksîre
eyka be ałtûn, zû xakî tîre
diłî jengawî miştumał eka
bê ḧałan le ḧał xawen ḧał eka
qetre û ḧebabin têkeł be derya
zahîr le fena batin le beqa
zeřře û xurşîdin, saye tîmsaln
têkeł be cîlwey nûrî celaln
kifryan îmane, ẍełetyan seḧîḧ
bê lefiz û bê ḧerf, kelamyan fesîḧ
lejêr lîbasî gedayî şahin
xawen ’îzzet û ḧurmet û cahin
xadîme «xadîmPen name» le dergey eman
ta le şeřî nefis bikewte eman