řabîteyekî dił piř şor û mestî badey saqî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  271 views
can mestî badeyî saqî bû pêt biłêm be tû
ew badeyey kewa bûne řengî hebû nebû
bê dest û bê dehanî enoşî le ḧałetî
bê saẍîr û xum û bê cam û hem sebû
bem nûrî bade bû ke firuẍêkî da be dił
řewşen ebû be carê kun û qujbinî hemû
katê ke perdeyî ḧîcabî be lada le çawî dił
dîm herçî bû le kewn û mekan xoyetî hemû
řoj bo ewey be zeřem ezanî le pêşewe
derya bû yim ewey be qetrem ezanî û hem be cû
her kes ke min be dujminim ezanî le ewweła
«xadîmPen name» ke dîm le axîr hemû dost û yar bû