gewrey zordar

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  285 views
padşahê têpeřî řojê be kîbir û îftîxar
şu’lewer tacî mukellel bû be duřřî şahewar
îzdîḧamî ’alemî bû hatuço lem řêgeye
pîrezałêk û hetîwê bûn le řêga řêbwar
em hetîwe çawî ger pê kewt be tacî padşa
pêy dewt ey dayepîrey pişt xemîdey zarzar
şu’ley em tacî şaye pêm biłê axo çîye?
wa le tarîkî şewa şu’ley wekû řoj aşkar
zû cewabî dayewe em dayepîre pêy degut
ey to hawderdî minî ẍemgîn û ’aciz lêw bebar
gewherî eşkî mine û xwênî diłî mezłûmî to
wa be tacî padşahî bote duřřî şahewar
wa min û toy tefre dawe yek şwan û yek sepan
xoşî bo em meřgele bote seg û hem gurgî har
to temaşay qetreyî eşkî hetîwan ger bikey
tê degey şu’ley mîsalî agirêke piř şerar
padşa ger mułk û małî bê ḧeqîqet řêgre
bê ’edałet bê eger her wek geday bê şerim û ’ar
wacîbatî padşahan herwekû şwan û meře
pasewanî ře’ye bê ew her wekû qel’e û ḧesar
bo meřan peyda bika herwek şwan daym leweř
nek wekû gurgî diřinde bo meř û biznî hejar